23 juli 2016

Ji tevgereke panturkîst û îslamîst demokrasî sadir nabe

Tevgera serokê wê dîktator, panturkîst û irqçî be demokrasî jê zuhur nabe û ne mimkûn e tiştên baş¨bike.
Ji bo ku tevgereke siyasî rê li ber demokrasiyê û azadiyan veke, berî her tştî dibê serok û pêşengên wê merivên demokrat û azadîxwaz bin, kesên demokrat bin.
Erdogan, Bînalî Yildirm û serokên AKPê ne merivên demokrat in, Erdogan dîktatorekî irqçî, faşîst û panturkîst e, merivekî kêmfersend û durû ye; bi hemû bawerî û hestên xwe li dijî demokrasiyê ye, li dijî azadbûna miletê kurd e.
De îcar merivekî wiha ewê çawa demokrasiyê bîne.
Ev ne mimkûn e, bi saya îmkan û awantajên piştî darbeya 15ê temûzê peyda bûye, Erdogan ewê bingehê dîktatoriya xwe bêtir qewî bike, ewê bêtir here ser kurdan û tevgera kurd ya azadîxwaz û bêtir xwînê birjîne.
Kurdên ji AKPê û Erdogan hêviya demokrasiyê û çareseriya mesela kurd û Kurdistanê dikin şaş difikirin, hesabekî şaş dikin.
Erdogan ne siyastmederakî nuh e, ne ku nuh tê ser hukim, ev 14 sal in AKP wek partî û Erdogan jî wek serokekî bêraqib li ser hukim in. Erdogan heta nuha çi kiribe, çi anîbe Tirkiyê û Kurdistanê, çi dabe kurdan, ji nuha pê da jî ewê eynî siyasetê bajo. Belkî jî siyaseteke hîn xerab, hîn şerkar, hîn irqçî û panturkîst bimeşîne.
Dibê em xewnan nebînin û bi xeyalên vala xwe nexapînin, Erdogan do çi bû û çi kir, sibe jî ewê eynî tiştî bike.. Û heta tiştên hîn jî xerabtir.
Kîtleyên ev hefteyeke bi şev û roj li meydanan ala tirk li ba dikin kîtleyeke panturkîst, irqçî, îslamî-faşîst e.
Ev însan ne ji bo demokrasiyê û azadiyan li meydanan ala tirk li ba dikin, ji bo dîktatoriyeke panturkîst û îslameke sûnî vê yekê dikin.
Piştgiriya vê tevgera irqçî, îslamî û panturkîst, piştgiriya dîktatoriya Erdogan e, piştgiriya tevgereke irqçî û antî kurd e.
Cûnta bi ser neket, lê hukûmeta AKPê jî wa ye wek cûntayê dajo ser kurdan, dezgehên wan digre.Çimkî herdu jî bi qasî hev neyarên kurda ne.



XXX
Mişkên qulekê ne, hevûdu baş nas dikin
Ji ber ku Erdogan bi destûra xwe, bi destê xwe, bi hesabê ku ewê di bin emir û xizmeta wî da bin bi sedhezaran zilamên Gulen di nava dewletê da bi cî kirine, wan nas dike, hejmar û qeweta wan baş zane.
Lema jî qare qara wî wî ye, dibêje vana dewlet girtine destê xwe.
Mêrik zane, merivên hev in, hevûdu baş nas dikin, mişkê qulekê ne…
Dibêjin li Tirkiyê li ser hev li dora 13 hezar hakim û sawcî hene. Li gorî berdevkên hukûmetê herî kêm 5 hezarê van hakim û sawciyan merivên Cimata Gulen in.
Û ev yek ne tenê di darazê(yargiyê) wiha ye, di perwerdê(milli egîtimê)da, di eskeriyê da, di emniyetê da yanî di hemû qedemiyên dewletê da rewş kêm zêde wiha ye.
De îcar hesab li ba we ye. Yanî mêrikan bi saya alîkariya AKPê dewlet girtine destê xwe. Lema jî ne yek û dudu, nuha bi hezaran ji kar derdixin.
Erdogan zane çi kiriye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE