09 juli 2016

Kurdê bi zimanê xwe nizane wek merivê bê nasname ye.


Êdî zarok jî zanin ku tirk dixwazin bi riya asîmîlekirinê kurdan bikin tirk.
Ji ber ku riyeke din ya ji wê baştir nabînin.
Jenosîdeke wek ya ermeniyan yanî kuştina 20-30 milyon kurdî jî ne mimkûn e.
Ne ku nakin, heger bianin dunya ewê dengê xwe neke ewê bikin. Ji viya qet şika min tuneye. Lê kuştina 20-30 milyon însanî hebekî zor e…
Lema jî giranî dane asîmîlasyonê. Û dinya îro jî ji vê yekê ra musaîd e.
Ji bo wê jî ziman ji bo me bûye êlegê canxelaskirinê/benê felatiyê. Heger ev êleg(can smidi) yanî ziman ji dest me here çû ji me da, emê rûbirûyê wendabûnê bibin.
Tiştê heta nuha em li ser nigan hîştiye, kiriye xwedî kultur, zargotin û edebiyateke cihê zimanême ye. Gava ziman here wek milet emê jî bidin pê û wek gelek miletên din wenda bibin, bibin tirk.
Tirk viya baş zanin, lema jî nahêlin zarkên me bi zimanê xwe bixwînin, lema jî kurdî nakin zimanekî resmî yê perwerdê.
Îcar heger em dixwazin li vê dinyayê wek kurd bimînin dibê em di serî da bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, pir hindik wan fêrî kurdî bikin.
Û ya din jî zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe binivîsin. Dev ji tirkî berdin, heta pir ne mecbûr bin bi tirkî nenivîsin û nepeyivn.
Axaftina bi tirkî, nivîsandaina bi tirkî alîkariya bi asîmîlasyonê ra ye.
Kurdê bi zimanê xwe nizane wek merivê bê nasname ye.

XXX
Durist be, rastgo be bira dijminên te pir bin. Li vê dinyayê sermiyanê herî mezin, siyaseta herî rast duristî ye.
Di her warî da durist û rastgo be. Merivê durist û rastgo tim serbilind e..



XXX
Qet guh nedin gotinên nezanan, gotinên merivên ruhkole û bêxîretan, tu tiştek bi qasî azadî û serxwebûnê ne hêja ye.
Li vê dinyayê miletê bêdewlet di xerîte dinyayê da tuneye, di tu defteran da tuneye.
Çawa ku heta nuha miletên nebûn xwedî dewlet wenda bûn, kurd jî nebin xwedî dewlet ewê bihelin, bibin tirk, ereb û faris... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE