18 juli 2016

Kurdê here hawara Erdogan gorra kurdan dikole.

Piştî teşebusa darbeya leşkerî ya 15ê temûzê di nava kurdan da minaqaşeyeke balkêş dest pê kir.
Hin kesan bi navê dijberiya cûntayê piştgiriya hukûmta AKPê parast in, gotin dibê meriv kurd jî dakavin kolanan û cûntaciyan protesto bikin. Tiştên di vê maneyê da gotin.
Li gorî xwediyên dîtina jor, ji ber ku hukûmeteke siwîl çuqasî xerab be, çuqasî kil û kêmasiyên wê hebin û îktîdareke ne li gorî dilê me be jî ji cûntayeke leşkerî baştir e. Cûntayên leşkerî tim ji îktîdarên siwîl xerabtir in.
Lema jî dibê kurd bi AKPê ra li dijî cûntaciyan derkevin û vê îktîdara ”siwîl” biparêzin.
Esas li Tirkiyê îro demokrasî filan tuneye û îktîdara AKPê jî di maneyeke rast da ne demokratîk û siwîl e. Li Tirkiyê îro rejîmeke olîgarşîk heye û olîgarkekî pir zalim hertişt giriye destê xwe.
Yanî demokrasî û hukûmeta siwîl çîrok e, tiştekï wiha tuneye.
Lê li gel vê jî helbet parastin û piştgiriya cûntayê, leşkeran ne rast e, dibê hêzên kurd li dij bin.
Bes ne ku di bin navê dijberiya cûntayê da bibin parêzvan û pişgirên AKPê û dîktatoriya Erdoganê faşîst.
Ya rast dibê kurd nebin dûvikên tu hêzê; ne ya leşkeran û ne jî ya Erdogan û AKPê.
Wek hêzên kurd berjewendiyên xwe biparêzin û terefê kurd bin, xwedî daxwaz û hedefên netewî bin.
Dibê em ji bîr nekin generalên xwestin darbeyê çêkin û Erdogan heta 14ê mehê jî hevalên hev bûn, heta 14ê temûzê jî Erdogan serfermandarê wan bû.
Van leşkeran bi emrê Erdgoan û hukûmeta AKPê li gelek bajarên Kurdistanê kevir li ser kevin nehîstin.
Bi emrê Erdogan û hukûmeta AKPê di nava çend mehan da 7-8 hezar kurd kuştin. Erdogan û hukûmetê emir dan û leşkerên darbecî jî emrën wan xistin praktîkê.
Lê îro ji bo desthilatiyê bi hev ketine. Qet ne karê me kurda ye em bibin heval û alîakrên yekî, herdu jî bi qasî hev neyarên me ne. Hêvî dikim qira hev bînin, li ser koka hev rûnin.
Hercî îdîa di bin hukmê cûntayê da rewşa kurdan ewê ji nuha xerabtir bibe tenî texmîneke. Bi dîtina min generalekî herî xerab jî ancax bi qasî Erdgaon xerab û neyarê kurdan be.
Bi kurtî dibêjin ku ”îktîdarên siwîl, cuqasî xerab bin jî ji cûntayên leşkerî baştir in.. ”
Ev jî bivê nevê tê maneya daxwaza piştgiriya AKPê û Erdogan.
Ji xwe gava meriv li dijî cûntayê dakeve kolanan, ev tê maneya mitefîkiya AKPê û Erdgoan.
Lê em vê jî bidin aliyekî, ”îktîdarên siwîl, cuqasî xerab bin jî ji cûntayên leşkerî baştin”, her tim ne argumaneke rast e.
Li Îranê Hesen RûhanÎ serokkomarekî siwîl e û bi rayên gel hatiye hilbijartin. Nuha sibe leşker li hemberî RûhanÎ û komara îslamî darbeykê bikin, ma dibê kurd li dijî leşkeran piştgiriyê bidin Rûhanî û komara îslamî?
Ez bawer nakim kes piştgiriyeke wiha rast bibîne û biparêze û rabe ji kurdên Kurdistana rojhilat ra bibêje li dijî darbeyê rabin.
Her kesê bibêje herdu alî jî xerab in, hêzên li dijî demokrasiyê ne, herdu alî jî dijminên me ne û lema jî dibê di şerê van herdu hêzên zalim û dijmin da kurd nebin teref û alîkarê kesî.
Eynî tişt ji bo leşkerên tirk û hukûmeta AKPê jî derbas dibe. Herdu alî jî yên hev in, ji bo me kurdan yek ji yekî ne baştir e. Lema jî dibê kurd li dijî herduyan jî bin, leşkeran zalim û Erdgoan û AKPê jî mezlûm nebînin.
Wê demê her îktîdara siwîl ji cûntayê ne baştir e. Heta cûntayek leşkerî kane ji komra îslamî baştir be jî.
Û ev yek wek teorî ji bo Tirkiyê jî derbas didbe. Lê çi be jî meriv di nabêna du hêzên faşîst û bi qasî hev neyarên kurdan tercîhekê nake.

XXX
Çend hêzên dijminên me li Tirkiyê bi hev ketine. Nuha çima emê xwe tevî şerê wan kin?
Û heger em bi Erdogan û AKPê ra êrîşî leşker, Gulen û kelemalîstan bikin kara me çi ye, ewê çi kurk li me be?
Ma qey tiştê Erdgaon û AKPê aniye serê kurdan têra me nake?
Ma me AKP û Erdogan hîn nas nekiriye?
Li Îraqê ereb bi hev ketin kurdan piçekî rehet kir, bûn xwedî ferderasyon.
Li Sûriyê jî xêra şerê ereban yê xwe bi xwe belkî kurd li wir jî mafekî bi dest xin, belkî ew jî wek kurdên başûr bibin ferderasyon.
Hêvî dikim li Tirkiyê jî wek Îraqê û Sûriyê baş bi hev kevin. Wê demê belkî em jî wek kurdên başûr federasyonekê bi dest xin.
Heta xera nebe, çê nabe, heta bi hev nekevin ji me ra baş nabe. Kurdê here hawara Erdogan gorra kurdan dikole.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE