16 juli 2016

Ma ji bo çi dibê kurd piştgiriyê bidin Erdogan?

Esker dibêjin wan li Tirkiyê dest daniye ser hukim !!!
Li gorî beyana sîteya serokerkan, leşkeran li Tirkiyê dest daye ser hukim.
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Bozdag mesele hinekî sivik kirin, gotin hukûmet li ser kar e, emê îsyankaran ceza bikin, lê bi qasî ku xuya dike mesele cidî ye.
Heta nuha ji Erdogan tu xeber tuneye. Belkî hatibe girtin. Heger ne girtî bûya ewê het anuha bipeyiviya.
Ya jî reviya ye.
Bi kinî di saatên pêş da mesele ewê zelaltir bibe…
Lê netîceya siyaseta Erdogan ya êrîşkar, şerkar, dizî, sextekarî, çetetî û hevalbendiya bi Daîşê ev e, heger îro bi ser nekevin, sibe ewê dîsa bibe…
Li gorî hin xeberan serokerkan Hulusî Akar rehîn hatiye girtin.

XXX
Gelo ji bo parastina kîjan mafan dibê kurd dakevin kolanan, Erdogan û AKPê biparêzin?

XXX
Leşkeran li Tirkiyê dest danîn ser hukim. Ewê bi ser kevin ya na, hîn ne diyar e. Kî piştgiriyê bide AKPê jî ez nadimê.
Ez ne li dijî darbeyê me û ne jî piştgiriya Erdogan dikim. Dibê kurd qet xwe tevî şerê tirkan nekin. Bira hevûdu bixwin.
Ne ku darbeyê diparêzim û dibêjim baş e, na, dibêjim em xwe tevê nekin, piştgiriyê nedin tu alî.
Kî were ser hukim ji Erdogan û AKPê xerabtir nabe. Lema jî dibê meriv piştgiriyê ne bide darbeyê û ne jî AKPê.
Kî ji bo piştgiriya Erdogan û AKPê sibe dakeve kuçe û kolanan û sînga ji guleyên leşkeran ra bike sîper, ez nakim.
Cûntayeke herî xerab jî ji bo kurdan nikane ji îktîdara AKPê xerabtir bibe.
Generalekî herî faşîst jî ji bo kurdan ji Erdogan xerabtir nabe, pir pir ewê wek wî be.
Lema jî ez dibêjim dibê kurd piştgiriya hukûmeta AKPê nekin.



XXX
Heger ne derew û henek be cepheya kemalîst û ya Daîşê bi hev ketine. Lê wek tiyatroyê xuya dike.
Çima em kurd emê li dijî yekî rabin û piştgiriyê bidin yekî?
Erdogan zora darbeciyan bibe ewê çi fayde bigihîje me?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE