07 juli 2016

Perê diziyê berê revandin derve, nuha jî ji derve direvînin hundur

Diz li Tirkyê perê xwe spî dikin
Di van 10 salên dawî yên îktîdara AKPê da giregirên AKPê bi milyaran dolar bertîl xwarin, herî kêm qala 50 milyar dolar tê kirin. Lê rastiya wê reqemeke hîn jî mezintir e.
Bi operasyonên 17-25ê qanûna 2013a û bi girtina Reza Zerrab ra qismekî bertîlxuriya Erdogan û şebeka wî ya di nava hukûmetê da eşkere bû. Bi milyaran dolar û Euro di malan da, di qutiyan da rijiya ortê.
Lê ji ber ku diz ji malê bûn, lema jî kesî nikanîbû tiştek bi dizan bikira.
Ji ber ku ne mimkûn e diz xwe mahkime û ceza bikin.
Diz bi xwe li ser hukim bûn.
Lê li Emerîka bi girtin Reza Zerrab ra rewş hinekî guherî. Dizan û serokên wan destpêkê wisa bawer kirin Zerrab ewê were berdan.
Lê bi dirêjbûna dema girtîtiya wî ra panîk ket nava dizan, serok û birêvebirên AKPê.
Li gorî Bekir Coşkun dinivîse, pereyên revandibûn derve û di bankayên biyanî da veşartibûn nuha paş da direvînin Tirkiyê.
Çimkî sawciyê Emerîkî taqîbateke pir cidî dike û heta nuha gelek delîl û belge bi dest xitine.
Coşkun dibêje, “Li gorî hesabekî di van deh salên dawî da 50 milyar dolar revandin derve. Qomisyonên ji îhaleyan girtine, rişwet û bertîlên para wan ketine.
Sawciyê Emerîkî zor da Reza. Li gorî xeberên dawî êdî gelek delîl û belge di destê wan da hene.
Li gorî van delîl û belgeyan li Tirkyê gelek giregirên dewletê rişwetên mezin girtine û ji van peran qismekî mezin li derve vedişêrin.
Lê belê Emerîka trafîka pera ya dunyayê quriş bi quriş taqîp dike. Bi peymanên navnetewî Emerîka bixwaze kane dest deyne ser van peran.
Pêşniyareke qanûna pera di rojên dawiya remazanê da anîn meclîsê.
Li gorî vê qanûnê yê perê wan li derve hebe, cuqas dibe bira bibe, ji ku tê bira were, çavkaniya wê çi dibe bira bibe, yê kê dibe bira bibe, bêyî ku hesab were pirsîn û wer ezanîn pere yê kê ye, ewê were spîkirin.
Yanî pereyên berê revandibûn derve, li hemberî vê tahlûkeya nuh, îcar direvînin hundur.
Qanûnek lazim bû....
Ew jî hazir e.
Navê qanûnê(yasayê) jî kirine “Aştiya Serwetê/Varlik Barişi...”
Wek Coşkun jî gotiye, berê bi milyaran perê reş, perê ji bertîl û komîsyonan girtibûn revandin derve, nuha gav dibînin ku Zerab kane peyivîbe û Emerîka kane dest deyne ser pereyên wan, lema jî bi lez û bez, bêyî ku medya jî qalê bike, di rojekê da qanûneke spîkirina van pereyên reş derxistine.
Nuha jî milyar dolarên li derve veşartibûn, bi rehetî ewê bibin Tirkiyê û spî bikin. Û bêyî ku kes bizanibe çuqa pere ye, ji ku hatiye û yê kê ye.
Xê ra xwedê.
Ma qey mêrik dîn e meblaxa pereyên bêqanûnî, ji rişwetan bi dest xistiye eskere bike?
Ma qey mêrik dîn e bibêje min hewqas pere ji derve anî spî kir?
Ji bo viya nebêje qanûn derxist...
Her tişt li ber çava dibe, lê ji ber ku dewlet ketiye destê dizan, cete û mafîayê, lema kes nikane tiştekî bike.
Herî zêde yekî wek Bekir Coşkun ewê nivîsekê li ser binivîse...
Qet ne muhîm e, tesîrê li kesî jî nake...
Coşkun gotiye, “Perê diziyê bela serê meriv e, tu têxî qaseyê nabe, tu têxî qutiyan tê hilnayê, tu li malê veşêrî rojekê ewê derkeve....”
Lê ji Erdogan veşartin qet ne problem e, qanûnekê derdixe û spî bike. Çimkî dewlet di destê bertîlxur û dizan da ye...

XXX
Her kes dixwaze bextewar be, jiyaneke bê derd û kul û dilşa bijî. Ne xizan û hejar be, xwedî hebûn be, ne ne motajî kesî be.
Vana hebin baş in.
Lê gava meriv bindest be, bêdewlet û bêwelat be, di bêrîka meriv da nasnameyeke meriv ya netewî tunebe, meriv bi nasname û pasaportên xelkê bigire, bi destûra xelkê here welatê xwe, mecbûrî axaftina zimanê dijminê xwe bî, van tiştên jor hemî hebin çi qîmeta wê heye ku ?
Piştî ku tu bindest î û wek xelkê ne xwedî dewlet î,
hemû malê dinyayê yê te be jî vala ye...
Heger bi te ra aqil hebe wek merivekî bindest dibê tu ne bextewar bî, heta tu dibî xwedî welat û dewlet..

XXX


-Talih, ji hinekan ra dê ye, ji hinekan ra jî dêmarî.
Em kurd zarokên dêmariyê ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE