16 juli 2016

Piştgiriya dîktatorekî faşîst ne parastina demokrasiyê ye



Piştî lîstik û tiyatroya darbeya leşkerî ya xwedêgiravî li dijî hukûmetê, Erdogan baştir cî dide nigê xwe, hemû raqibên xwe ji nava dewletê û artêşê tasfiye dike û îslamîst û Daîşiyan dixe dewsa wan.
Wa ye dest bi girtinan kirine.
Ji nuha û pê da Erdogan ewê kursiya xwe baş saxlem bike û dewletê û artêşê li gorî xwe reorganîze bike.
Bi vê lîstika qeşmerane mêrik him bû qehremanê demokrasiyê û him jî îktîdar û serokkomariya xwe saxlem kir.
Êdî heta sax be kes nikane îktîdarê ji Erdogan bistîne. Êdî ew serokekî Tirkiyê yê ebedî ye, ew Ataturkê duyem e.
Û di vê nabênê da helbet ewê terora xwe ya li hemberî her kes û hêza muxalifê xwe û bi taybetî jî li hemberî kurdn heta jê were zêde bike.
Erdoganê hîn mezintir, hîn xurt û hîn dîktator li hemû parêzvanên demokrasiyê pîroz be…

XXX
Gava leşker û tîmên dewleta tirk û Erdogan bajarê wan Sûr, topbaran û wêran kirin, van musilman û îslamîstên kurd yên Huda-Parê ku xwe ji bo AKPê û Erdogan hewqasî diçirînin, rojekê daneketin kolanan û terora leşkerên tirk bi vî rengî protesto nekirin..
Demokrasîparêzên me di rastiyê da piştgiriyê didin vê devgerê û van zilamên dewletê.
Ji bo ku demokrasîparêz jî bi wan ra li dijî darbeyê û cûntayê derkevin, dibê ew jî rahîjin alek tirk û aleke kesk.û herin nava wan...



XXX
Bi rastî jî Erdogan senarîstekî bêhempa ye.
Dek û dolabên wî heta nuha gerandine, fîlmên heta nuha çêkirine, tiyatroyên heta nuha lîstine, firildaqên heta nuha gerandine hemû jî bêemsal in.
Dîrokê tu carî lîstikvan û senarîstekî wiha, siyasetmedar, dîktator û faşîstekî wiha jîr û pînc nedîtiye...
Helal be ji mêrik ra...
Heta sax be kes nikane wî ji ser hukim da bixîne, hîn ewê gelek lîstikên wiha pêşkêşî me bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE