21 juli 2016

Tirk bajarên me wêran dikin, em diçin li bajarên wan kêfê dikin

Tirkan bajarên wan şewitandine, bi hezaran zarokên wan di nava xirbeyên bajarên şewitî da qetil kirine, lê şair û nivîskarên bajrarên
şewitî, bajarên wêrankirî dûsa jî diçin li bajarên tirkan, li peravên deryayê kêf û sefayê dikin û sûretan digrin...
Tirk çi bînin serê kurdan jî hin kurd ji tirkan qut nabin, dev ji hezkirina Tirkiyê, bajarên tirkan û jiyana bi tirkan ra bernadin.
Ez dibêjim kurdê bîr dibe, kurdê kurdperwer, kurdê xwedî ûjdan gerek îro, bi kêmanî îro neçe li Tirkiyê kêf û seyranê neke. Li welatê me jî gelek derên xweş hene.
Hûn bi Kurdistanê nayên serî, herin welatekî din, ma li dinyayê welat nemaye...

XXX
Xelk li dijî cûntayê bû ji bo ku leşker rewşa werte û urfî îdareyê îlan neke, hin maf û azadiyên hene wan jî ranekin.
Lê tiştê ewê leşkeran bikira wa ye AKPê kir.
De îcar bû çi?
Wê demê çi ferq AKPê ma ji çûntayê?
Tiştê xelk ditirsiya cûnta bike, wa ye AKP bi lez û bez dike. Ji Erdogan ra loto lêket, mêrik êdî ewê bide nav, kî şaş lê binêreewê bavêje zindanê.
Hukûmeta AKP bi nav siwîl e, di praktîkê da da tu ferqeke wê û cûntayê tuneye.
Erê Erdogan ne general e, lê ji genarelekî bêtir dîktator û faşîst e. Kincê siwîl meriv nake demokrat. 

XXX
Erdogan ji bo 3 mehan rewşa awarte îlan kir. Yanî rejîma eskerî û polîs. Yanî urfî îdare.
Di nava van 3 mehan da ewê qanûn ji binde tunebin, dilê leşker û polîsan çi bixwaze ewê bikin. Û bi taybetî lî Kurdistanê. Ev hevîr ewê gelek av hilkişîne.
Tîş mezin e, pîne biçûk e..

XXX


Terkek baş li dîwarê dewleta tirk ket. Wezîfeya me ne restorekirine e, hulşandina vî dîwarî ye.
Lê hin kurd dixwazin bibin xecê vî dîwar.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE