20 juli 2016

Tirkiye bûye wek paytexta Daîşê Reqayê

Bi saya Erdgon û AKPê Tirkiye û Kurdistan bûye paytaxta Daîşê Reqa, çete û Daîşiyên AKPê li gelek deran bi selawat û tekbîrên ”Ya allah, bismilah, allahu ekber” êrîşî mal û milkên xelkê dikin, dikanên xelkê talan dikin.
Û hêzên dewlet jî li qatil û çeteyan temaşe dikin. Li gelek deran êrîşî kurdan û bi taybetî jî kurdên elewî kirine. Li Meletyê dikanên xelkê talan kirine, li Stenbolê rewş gelkî krîtîk e.
Diyar e demokrasiya Erdogan û AKPê ev e, bi vê terora çeteyên xwe dixwaze kurdan û hemû muxalifên xwe teslîm bigre.
Lê ev ne henek e, heger pêşiya van êrîşên çeteyên AKPê neyê girtin kane bûyerên pir mezin biqewimin, qetlîam çê bibin.

XXX
Tirkiye berê dewleteke eskerî bû, Erdgoan ew kir dewleteke polîs...
Tirkiye berê di praktîkê da dewleteke eskerî bû. Erê wek sûs def di hustuyê siwîlan da bû, lê qolik tim di destê eskeran da bû.
Nuha jî dewletê bi îktîdara Erdogan ra bi temamî dest guhert, ji dewleteke eskerî îcar bû dewleteke polîs. Dewleteke polîs û nepotîst yanî dewleteke malbatî, ya dost û havalan. Dewleta tirk di praktîkê da êdî ya Erdogan e.
Ser xêrê be û li miletê tirk yê îslamîst bimbarek be…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE