24 juli 2016

Tu ne do ”ehmeq” bû û ne jî îro ehmeq î



Bulent Arinç, piştî hewildana darbeya 15ê temûzê li ser hêza Gulen ya di nava dewletê da gotibû:
”Ji ber ku min ev yek berê nedît hûn kanin ji min ra bibêjin ehmeq…”
Aydin Engînê rojnamevan di quncikê axwe yê rojnameya Cûmhûriyetê da ji Arinç ra gotiye:
”Hûn ehmeq bûn ya jî ortax bûn ?, heger ne sûc be dibê meriv viya ji we bipirse.”
Pirseke di cî da û pir jî xweş e.
Helbet ne Arinç û ne jî Erdogan ehmeq bûn, wan pir baş zanîbûn Cimata Gulen çi dike û bi kîjan riyan û metodan dikevin nava dewletê.
Û ne tenê zanî bûn, ji bo ku dewletê bi tevayî têxin destê xwe, bi hev ra plan dikirin.
Çimkî ew û Gulen ortaxê hev bûn.
Gava AKP hat ser hukim di nava dewletê da ne xwedî kadir bû. Lê Gulen xwedî kadir bû, pir hindik di nava dewletê da merivên wî hebûn.
Erdogan jê alîkarî xwest û Gulen jî got ser çavan. Berê jî hevalên hev bûn, ji eynî medresê û terîqetê bûn, xwediyê eynî îdeolojiyê bûn...
Lema jî Gulen li ser daxwaza Erdogan û Arinç ji AKPê ra meriv hazir kirin û Erdogan û Arinç jî ev kadirên Gulen di nava her qedemeya dewletê da bicîkirin.
Ji ber ku yê li ser hukim ne Cimat, AKP bû, serokwezîr ne Gulen, Erdogan bû.
Arinç, Gul, Çîçek, Bozdax wezîr bûn, wan dewlet îdare dikir. Hemû zilamên Gulen bi rengekî sîstematîk, bi emir û destûra Erdogan û Arinç hatin van cî û meqaman, bûn general, hakim, sawcî, polîs û profesor.
Û nuha jî Arinç xwe li xamiyê datîne û dibêje ”hûn kanin ji min ra bibêjin ehmeq !”
Na, kesî xeşîm tuneye. Ne wê çaxê, dema te ew girtin kar tu ehmeq bû û ne jî nuha, gava tu ehmeqiya xwe qebûl dikî tu ehmeq î.
Tu merivekî ji rûvî jî konetir î, tu merivekî pir fêlbaz û durû yî. Ji bo ku tu sûc û mesûliyeta xwe û hevalên xwe sivik bikî tu xwe li ehmeqiyê datînî,
Lê ebeden tu ne ehmeq î, ji ehmeqekî bêtir, tu merivekî fêlbaz, şelaf, durû û bêexlaq î, tu merivekî virek î, çimkî tu eşkere viran dikî…
Dev ji lîstika ”ehmeqiyê berde”, hûn ortaxên hev bûn, ya Gulen bi we ra, ya jî we bi wan ra hîleyek, bêbextiyek kir lema hûn bi hev ketin.

XXX


Medya tirk ya bêşexsiyet û şelaf bênabên qala durûtî û sextekariyên zilamên Gulen dike, ji bo ku xwe veşêrin araqî vexwarine, her babet sexteakrî kirine.
Yekî nizanibe ewê bibêje nuh pê dihesin.
Derewan dikin, ev sextekarî, kalpazanî bi hev ra kirine.
Ji xwe AKP û Gulen bi saya van sextekariyan, durûtiyan, şelafiyan her kes xapandin û xurt bûn.
Erdogan bi vê fêlbazî û dûrrûtiya xwe dunya xapand, Gulen hewetinê, vana rûviyên qulekê û fêlbazên mektebekê ne, dek û dolabên hev, sextekariyên hev baş nas dikin.
Ma Erdgaon 14 sal berê xwe wek şervanekî demokrasiyê nîşan nedida, ma nedigot ewê mafê kurdan bide?
Û bala xwe bidinê nuha çi dibêje...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE