28 juli 2016

Welatekî difikirm girêka girî...

Ji do da ye kurd ji bo mirî û birîndarên qetlîama Qamîşloyê hêsiran dibarînin, dilê her kurdî xwîn digirî, hawar û fîgana her kurdî dihere erşê ala.
Dîmenên piştî teqînê, sûretên zarok û birîndaran, pêlên êgir hinavê her kurdî tîne xwar...
Li hemberî vê wahşeta erebên barbar her kurd dike qêrîn û hawar û fîgan û naletê li van faşîstên ereb û hevalbendên wan yên tirk dibarînin.
Lê qahr, xemgînî, hawar û fîgan ne çare ye, nikane rê li ber êrîşên wiha bigre.
Heta em kurd wiha bindest bin, bê welat û bê dewlet bin, îdareya welatê me ne di destê me da be, dijmin were di nava me da bihêwire, bi cî û war bibe, felaketên wiha ewê tim were serê me.
Erê êrîşên wiha carnan li welatên din jî dibin, lê miletên xwedî dewlet kanin tedbîrên xwe bigrin, kanin xwe ji me baştir biparêzin. Ji bo vê yekê xwedî îmkan ü dezgeh in.
Yê me li fêzê tiştekî me tuneye, wek miletên xwedîdewlet em ne xwedî îmkan in.
Em kurd ji ber bêdelwet in, lema jî qeder û ewlekariya me ne didestê me da ye, di destê xelkê da ye.
Ji ber em ne xwedî dewlet in em nikanin li welatê xwe her tedbîra em dixwazin bigrin.
Ji bo em kanibin xwe û welatê xwe baştir biparêzin dibê em jî wek xelkê bibin xwedî dewlet, dibê em rojekê berî rojekê ji bin vê bindestiya rezîl xelas bibin, ji bo vê armancê bixebitin û hêzên xwe bikin yek.

Krrîstin xanimê halê kurdan pir xweş aniye zimên, di çend rêzan da dîroka kurdan raxistiye ber çavê xwendevan.
Min rêza pîşî kir navê nivîsa xwe


Welatekî difikirim, girêka girî
Welatekî difikirim, tijje mirî
Welatekî difikirim, axx, xwelîserî
Welatekî difikirim welatekî
Û li vê cîhana zalim
Li rehmê digerim
Derî bi derî
Derî bi derî
Derî bi derî
Derbederî..

///Krîstîn Ozbey



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE