25 juli 2016

Yaho tirk we qebûl nakin, viya êdî fam bikin, ma hûn bela ne?



Erdogan îro li qesra xwe bi serokên partiyên siyasî ra civînekê çê dike. Ji ber ku Erdogan ban serokê HDPê Demirtaş nekiriye, Demirtaş aciz bûye, li ber ketiye, Erdogan rexne kiriye, gotiye ev ”cilqî û bêaqiliye.”
Yaha hûn fam nakin, hûn bela ne?
Birayê ezîz, tirk we qebûl nakin, HDPê wek partiyeke tirk, Tirkyê nabînin, naxwazin bi kurdan ra, bi kesên dibêjin em kurd in ra rûnin.
Hûn çima viya fam nakin?
Mêrikan naxwazin bi we ra rûnin, hûn xwe biçirînin jî, hûn bi Gulen ra têkevin herbê jî, hûn li dijî cûntayê çi bikin jî ferq nake, dewlet, miletê tirk, AKP, CHP, MHP siyaseta xwe ya di heqê we û kurdan da naguherin, naxqwazin hûn bibin şirîkê dewletê.
Viya fam bikin, qebûl bikin, dev ji hevaltiya tirkan û partiya Tirkiyê berdin, Tirk we naxwazin, ma hûn bela ne?
Ma hûn dixwazin bi zor xwe bikin tirk û partiya tirkan?
Lema jî ya rast û baş dev ji partiya Tirkiyê û tirkîtiyê berdin û vegerin nava gelê xwe, bibin partiyek kurd û Kurdistanî.
Êdî vê rastiyê qebûl bibikin.
Dev ji şelefiya tirkan berdin….



XXX
Madem Erdogan wek serokkomarê Tirkiyê bi HDPê ra rûnane û madem tirk naxwazin di saha siyasî da, di parlamentoyê da cî bidin nûnerên kurdan, wê demê tiştê herî rast HDP tavilê dev ji siyaseta ”partiya Tirkiyê” berde, xwe fesh bike û tenê bi kurdan ra partiyeke kurd û Kurdistanî ava bike.
Ev şêla Erdogan nîşan dide ku tirk êdî naxwzin kurdan bigrin meclîsa xwe, dibêjin meclîsa tirk ji bo tirka ye.
Bi dîtina min ya rast jî ew e. Dibê tirk meclîsa xwe û kurd jî meclîsa xwe avabikin.
Kurd nûnerên xwe bişînin meclîsaxwe û tirk jî nûnerên xwe bişînin meclîsa xwe.
Dibê kurd êdî neçin meclîsa tirk. Çimkî diçin tên avêtin, kes wan muhatap nagire. Lema jî tu sebeb tuneye kurd belaseb herin xwe erzan bikin.
Bi dîtina min dibê PKK jî bi rengekî resmî bibêje ji nuha û pê da ew hew piştgiriyê dide partiya Tirkiyê, partiya kurd û tirkan. Ji nuha û pê da ewê piştgiriyê tenê bide partiyên Kurd û Kurdistanî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE