26 juli 2016

Zimanê me garantiya hebûna me ye

Ziman, di nabêna însanan da wasiteyeke têkiliyê, heyîneke netewî ye. Bi saya vê wasiteyê û heyîna netewî hemû ferdên miletekî ji hevûdu fam dikin, di nabêna wan da germiyan û ceyraneke netewî peyda dibe, dibin xwediyê tiştekî, heyîneke misterek ya netewî.
Gava zimanê netewî wenda bibe, piştî demekê hestê netewî jî bere bere wenda dibe.
Û dû ra milet bi xwe jî bi riya asîmîlasyonê di nava milet, ziman û kulturên din da dihele û wenda dibe.
Tiştê dewleta tirk, tirk dixwazin bînin sere me kurdan ev e, dixwazin kurdan bi riya asîmîlasyonê bikin tirk.
Her kurd viya dibîne û baş zane.
Her sal bi riya asîmîlasyonê bi hezaran kurd dibin tirk. Dewlet viya dibîne û lema jî zimanê kurdî nake zimanê perwerdê. Ji bo ku kurd hêdî hêdî di nava kultura tirk da bihelin û bibin tirk.
Ziman tunebe ne muzîk, ne edebiayat û ne jî sinetekî netewî dixuliqe.
Milet, bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi muzîk, folklor û edebiyata xwe heye. Gava ziman ji dest here vana yek jî çê nabin û gava ew tunebin milet jî tuneye…

XXX
Erdogan merivekî bi şans e, darbeya 15ê temûzê jê ra bû wek lotoya wî lêxe.
Berî darbeyê li hundur jî rewşa wî pir xerab bû, îtîbara wî daketibû binê sifirê, kesî silav nedidayê.
Lê teşebusa darbaeya 15ê temûzê ew xelas kir, ew çamûrê derxist û kir qehremanê demokrasiyê, ji nuh ve da kir serokekî bêraqib û bi îtîbar.
Êdî li tirkiyê tenê Erdogan û AKP heye, CHP, MHP di destê Erdgoan da bûne qûqla. Erdogan bûye pisik û ew jî bûne mişk, Erdgaon ji xwe ra bi wan dilîze.
Êdî piraniya raqibên wî devê xwe girtine û ji mecbûrî dibêjin em li pişt te ne.
Û ew jî wek padîşahekî dilê wî çi dixwaze wiya dike, dewletê wek şîrketeke xwe ya şexsî dîzayn dike
Di îktîdara AKPê û Erdogan, di îktîdra CHPê û MHPê da yanî kîjan partî were ser hukim, ciyê HDPê, bi gotineke din ciyê kurdan tuneye.
Tirk êdî naxwazin kurdan(dixwaze bira xwe bikin partiya Tirkiyê) di meclîsa xwe da bibînin.
Dibê HDP û PKK vê rastiyê bibînin di zûtirîn wextê da dev ji siyaseta Tirkîyetiyê berdin û bi kurdan ra cepheyeke azadiyê ava bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE