17 augusti 2016

Aliyên înternetê yên baş û xerab

Bi pêşketina û belavbûna teknolojiyê ra him li welatê me û him jî li dinyayê kesên înternetê, medyaya sosyal bikar tînin roj bi roj zêde dibin.
Helbet gelek feydeyên medyaya sosyal hene, bi saya vê teknîkê, vê tora medyayê însanan gelek îmkanên memezin bi dest xistine. Medyaya sosyal dinya pir biçûk kiriye, hewqas biçûk kiriye, kiriye qutiyek biçûk û daye ber meriv.
Di ekrana vê qutîka biçûk da meriv kane hema hema xwe bigihîne hemû çavkaniyên xeberan û medyaya cîhanê, hemû kitêbxaneyên dinyayê, hemû rojname û telewîzyonên dinyayê.
Yanî vê teknolojiya nuh, înternetê, medyaya sosyal jiyana însên ji kok da guhert, xizmet û îmkanên bêsînor da însanan.
Lê li alî din, gava internet, medyata sosyal rast neyê bikaranîn, gelek zirarên  wê jî hene.
Ezê dixwazin li ser zirara internetê, medyaya sosyal ya herî bêtir me kurdan eleqedar dike û bi rastî jî carnan zirareke pir mezin dide me çend gotinan bibêjim.
Ew jî belavkirina înformasyon û xeberên ne rast û derewan e, yanî belavkirina dezînformasyonê ye.
Di nava kurdan da her roj belkî bi sedan xeberên bêbingeh, vir û dezînformasyon tên belavkirin.
Her roj bi hezaran însan bêyî ku nasnameyên wan yên yarastîn werin naskirin, bêyî ku meriv bizane kî ne, ajan in ya jî kurdên fikrên xwe dibêjin her virê, her xebera bêbingeh belav dikin.
Hinek xwe wek dost, heval û dilxwazên PKKê û PYDê nîşan didin û êrîşê PDKê û Barzanî dikin û hinek jî xwe wek dost û hevalên PDKê û Barzanî nîşan didin û bi vê maskeyê êrîşî PKKê û PYDê dikin.
Bi van fêsadî û carnan jî dezînformasyonên xwe kurdan ji hev sar dikin û zirarên mezin didin yekîtiya kurdan.
Di profîlên xwe da bi piranî rismên serok û şehîdekî, ala kurd û navekî sexte bi kar tînin. Ya rismê gerîlayekî şehîd e ya ala Kurdistanê ye ya jî rismê Mele Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî ye.
Bi vî hewaî meriv nizane yê di pişt risim da kî ye, kurd e ya tirk e, dost e ya dijmin e?
Nêta kê paqij e, kî ajan e, kî ji bo fêsadî û gelaciyê xeberên vir belav dike ne xuya ye.
Ji ber ku nav ne rast û risim ne yê wî/wê ye.
Û di bin vê maskeyê da hinek xwe dikin dostên PKKê û PYDê û êrîşî PDKê û Barzanî dikin û hinek jî xwe dikin dostê PDKê û Barzanî û êrîşî PKKê û PYDê dikin û di heqê vê partiyê û wê partiyê da xeberên ne rast, xeberên vir belav dikin.
Û gelek kes jî bêyî ku bi dû çavkaniyê kevin ji van xeberan bawer dikin û ew jî van derewan belav dikin.
Û gelek kes jî ji dilekî paqij ji van derewan, fêsadiyan bawer dikin û aciya xwe nîşan didin û îcar ew êrîşî aliyê din dikin.
Bi vî rengî fêsadek, provakatorek, zilamekî dijmin bi dereweke di heqê partiyeke kurd û serokekî kurd da bi hezaran kurdan proveqe dike, berra hev dide, dibe sebebê nerindî û tahrîbatên mezin.
Lema jî dibê meriv ji her xebera di medyaya sosyal da belav dibe zû bi zû bawer neke û tavilê belav neke, tavilê reaksiyonê nîşan nede, bikole, li çavkaniyê bigre.
Em zanin dijminên me pir in û ji bo ku hêzên kurdan berra hev bidin bi şev û roj wer li ser kar in.
Bi kurtî înternetê, medyaya sosyal  gelek îmkanên baş û mezin daye me  kurdan jî. Bi saya medyaya sosyal kurd  tavilê ji her bûyera li her quncikê Kurdistanê agahdar dibin û têkiliyê bi hev ra datînin, fikirên hev fêr dibin, ji hev haydar dibin.
Vana hemû îmkanên baş in.
Lê li alî din wek min li jor got, gelek merivên fesad, gelac, nerind û xêrnexwazên kurdan bi belavkirina hin xeberên vir û nerast kurdan berra hev didin, dibin sebebê gelek nerindiyên mezin.
Lema jî dibê meriv hebekî şiyar be û ji her xebera di medyaya sosyal da belav dibe bawer neke, hinekî bi temkîn û bi îhtîyat herket bike…


Her kesê dost xuya dike ne dost e, ”moza hingiv di dev da di boçika wê da derzî heye…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE