11 augusti 2016

Çima her kesî alîkarî bi Gulen ra kir û ew kirin taca serê xwe?



Zilam û murîdên Fetulah Gulen yên berê, bi sedan, bi hezaran bûne îtîrafçî û di studyoyên telewîzyonan da pê li serê hev dikin, yek bi yek ji me ra qala pîsî û dînîtiyên Gulen dikin.
Hemû jî merivên xwenda, profesor, nivîskar, general, nivîsjkar in, siyasetmedarên bi nav û deng in, yanî bi piranî merivên elît in, ne kesên xizan, cahil mahil in.
Carnan moderator bi matmayî ji wan dipirsin, dibêjin yaho hewqas profesor, alim, general, filan û bîvan çawa ketin bin tesîr û emrê vî meczûbê berradayî?
Ew jî ji dêlî sebebê rastîn bibêjin, dibêjin ma ne em tenê, bêyî Erbakan û Necdet Sezer, hemû serokên partiyan ji Demirel, Ecevît, Ozal, Yilmaz, Çîller, Bahçelî, Gul, heta bi Erdogan, yanî hemû erkanê dewletê wek me ketin bin tesîra wî û pê ra hevaltî kirin, hemûyan wek me piştgirî danê.
Rast e, eynï wisa ye…
Lê kes sebebê vê piştgiriyê nabêje.
Kes nabêje çima û ji bo çi van hukûmetan, van serokan hemûyan alîkarî bi vî meczûbî ra kirin, sebeb çi bû?
Sebebê vê hevaltiya bi Gulen ra kes naxwaze bibêje çimkî nayê hesabê wan, naxwazin gel viya bizabibe.
Tenê dibêjin em xapiyan.
Lê derew e.
Gulen kes nexapandiye, hemûyan jî Gulen baş nas dikirin ü baş zanîbûn Gulen li Kurdistanê, di nava kurdan da çi dike û hedefa wî çi ye…
Sebebê esasî ya alîkariya bi Fetulah Gulen ra bêguman mesela kurd bû.
Gulen, bi riya dîn û tevgera xwe, kurd ji ser rê da dixistin, nedihîşt hestên kurdayetiyê, kurdperwerî di nava kurdan da û bi taybetî jî di nva xortan da belav û geş bibe...
Yanî tiştê dewletê dixwest bi riya zorê bike, rê li ber bigre, Gulen bi riya dîn û biratiyê îslamê dikir.
Û yek jî dihat hesabê hemû serokan û Erdogan û lema jî her alîkarî pê ra kirin.
Gulen bi mektebên xwe, bi malên xwe, bi qurs û kitêbên xwe, bi rojname, kovar û telewîzyonên xwe li dijî PKKê û tevgera kurd ya netewî şerekî mezin dikir. Li hemberî PKKê û tevgera kurd ya netewî hêzeke, artêşeke dewletê ya mezin bû...
Lem,a jî her hukûmetê, her serokî alîkarî bi Gulen ra kir û çavên xwe ji xebat û organîzebûna wî ya di nava dewletê girtin.
Ferqa Erdogan ji serokên din, Erdogan him ji bo ku Gulen li dijî kurdan bû û him jî weke wî tevgereke îslamî bû, herdu jî xwediyên eynî baweriyê û hedefê bûn.
Yanî him li dijî PKKê û kurdan bi hev ra micadelê bidin û him jî dewlwetê ji destê kemalîstan derxin û bikin dewleteke îslamî.
A Erdogan ji ber van herdu sebeben destegeke mezin da Gulen û hîşt ew zilamên xwe di nva dewletê da, di nva dezgeh û mueseseyên muhîm da bicî bike.
Yanî sebebê piştgiriya bi Fetulah Gulen ra mesela kurd e, dijminatiya wî ya bi kurdan ra ye.
Hemû hukûmetan, hemû serokên pê ra alîkarî kirin, xwestin ji vê îdeolojîya Gulen ya antî-kurd feydeyê bibînin.
Hemû mesele ev e…
Yanî kes nexapiya ye, Gulen kes nexapandiye.

XXX
Hêk bi hêzeke ji derve were şikandin dawî li jiyanê tê, bi hêzeke ji hundur va were şikandin jiyan dest pê dike.
Çimkî guherînên rastîn tim ji hundur va dest pê dikin…
///Îbn Ruşd
Fîlozofê mezin çuqasî rast û xweş gotiye...


XXX
Mizgîn Aslan xanimê gotiye, ” Ger hûn ji axaftina Cizirî û Geveriyan fêm bikin Kurdiya we tewaw e.”
Di bextê min da pîvaneke rast e. Bira cizîrî û hekarî jî bibêjin ew bi kudî zanin. Kurdiya wan ji hingivê Şemzînan jî şîrîntir e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE