07 augusti 2016

Dibistanên hûn îro digrin çima do we destûr da vebûna wan?


Li gorî berdevkê hukûmeta Kurdistana Federe Sefîn Dizeyî, hukûmeta Kurdistanê biryara girtina hemû dibistanên Fetullah Gulen daye. Hemû dibistanên Fetullah Gulen yên li Kurdistanê ewê werin girtin û dewrî wezareta perwerdeyê bibin.
Bi dîtina min girtina dibistanên Gulen tiştekî baş e. Çimkî di van dibistanan da zarokên kurd bi îdeolojiyeke tirk-îslam û antî-kurd perwerde dibûn.
Çimkî tevgera Gulen tevgereke îslamî, panturkîst û antî kurd e. Ev yek vekirî ye.
Ez her tim li dijî tevger û dibistanên Gulen bûm. Lema jî ez girtina wan baş dibînim.
Lê dibê em bizanibin ev dibistan do li ser daxwaza Erdogan û hukûmeta AKPê hatin vekirin û îro jî li ser daxwaza wan tên girtin.
Ev gelkî muhîm e.
Yanî do jî hukûmeta Kurdistanê gava destûr da bebûna van dibistanan li gorî berjewendiyên netewî herket nekir û îro jî gava digre ne ji ber hesabekî netewî, li ser daxwaza Tirkiyê digre.
Ev jî nuxeteyeke dibê meriv bibîne û hukûmeta Kurdistanê di vî warî da rexne bike.
Gerek hukûmeta Kurdistanê hewqasî jî ne di bin emrê hukûmeta AKPê da be.
Li gorî agahiya Sefîn Dizeyî daye 13 hezar xwendevan di dibistanên Gulen da hene.
Lê muheqeq heta nuha bi sedhezarn jî mezûn bûne û mejiyên wan bi îdeolojiya tirk-îslamê hatiye şuştin.
Qet şik tuneye tevgera Gulen, dibistanên Gulen heta nuha zirarên pir mezin dane kurdan û Kurdistana başûr. Bi hezarn merivên wan li Kurdisanê belav bûne.
Hukûmeta Kurdistanê baş zanîbû di dibistanên Gulen da perwerde û îdeolojiyeke îslamî û panturkîst û antî-kurd tê dayin.
Lê ji ber ku Tirkiyê dixwest destûr dan hebûna dibstanan.
Heta nuha gelek caran li dibistanên Gulen, li ”malên ronahiyê” rexne hatin girtin, lê hukûmetê ev dibistan negirtin. Nuha li ser daxwaza hukûmeta AKPê û Erdgon digrin.
Li gel vê jî ez girtina dibistanên Gulen pir baş dibînin.
Ji ber ku îdeolojiya Gulen û tevgera wî jiya kemalîstan pir û pir tahlûketir e.
Dîn, îdeokojiyên dînî her tim ji îdeolojiyên beşerî tahlûketir e. Dîroka me kurdan şahidê vê ye.
Em dibînin bi hezaran dîndarên kurd, Huda-Par îro di nuxteyeke çiqasî tahlûke da ne, eşkere bûne şûrê destê dijmin.
Hêvî dikim şaşiya Gulen careke din dubare nebe û di dibistanên Gulen da ji nuha û pê da perwerdeyeke modern, medenî û li gorî stratejiyeke kurd û Kurdistanî were dayin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE