07 augusti 2016

Hemû hêzên tirk bi hev ra li Stenbolê ji kurdan ra gotin hûn dijmin in

Tifaqa tirkan ya netewî îro li Yenî Kapiyê HDP jî wek tevgera FETO terorîst îlan kir.
Erdogan ji xwe ji zûda ye viya dibêje.
Lê gelek kurd, Huda-Par û berpirsiyarên HDPê hîn jî ji bo ku ew jî nehatine vexwendin pir xemgîn xuya dikin.
Huda-Parê ji bo ku ji Erdogan eferimekê bigre ev 20 roj in xwe çirand, şelafiya nema kir, alên tirk ji dest xwe dananîn, heta bigihîje marşên faşîst jî xwendin.
Lê Erdogan û tirkan dîsa jî filisekî xwe di wan nede û ew nekirin bekçiyê mitînga îro.
Çare ne di zilamtî û xulamtiya Erdgogan û tirkan da ye, di yekîtiya kurdan da ye.
Ji bo ku kurd ji bindestiyê xelas nebin tirk bi rast, çep, sosyaldemokrat, faşîst û îslamîstên xwe ve hêzên xwe dikin. Dibê em viya bibînin.

Hemû hêzên tirk îro li Stenbolê yekîtiya xwe îlan kirin û ji kurdên rast, çep û îslamî ra got hûn ne ji me ne, hûn dijmin in.
Ev yekîtiya çep, rast, faşîst, îslamîst, sosyaldemokratên tirk hinekî jî li hemberî kurda ye. Kurdê viya nebîne saf e.
Heger kurd jî wek tirkan milet bin, xwwedî şiûrekî netewî bin ewê jî bi meşeke wiha mezin yekîtiya xwe îlan bikin.


Tirk wan nagrin nava xwe, bi wan ra napeyivin. Erdogan dibêje ciyê wan di nava merivên bi şeref da tuneye, hin kurdên me dîsa jî ji bo ku bibin xulamên tirkan xwe perçe dikin.
Kesên ne xwediyê şiûr û armanceke netewî, ji dêlî ku bibin tevgereke netewî, dixwazin bibin zilamê neyarên xwe...

Ji ber ku tirk dibêjin hûn ne ji me ne hin kurdên me ji hêrsan porê xwe dirûçikînin, Tirkan ne îro tenê, kurd tim dijminên xwe hesibandine
Kêmaqilno, heger hûn yekîtiyê dixwazin dev ji tirkan berdin, bi kurdên xwe ra bibin yek.

Gava ez bala xwe didim bûyeran, li Tirkiyê êdî malê însanan jî û canê wan jî yê Erdogan e.



Bêexlaqiya herî mezin hebandina hêzê ye.Yên do bûbûn murîdê Gulen, nuha qefle bi qefle dibin murîdê Erdogan. Însan pir bêexlaq bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE