23 augusti 2016

Hin kurd bi rastî jî pir neyarên qewmê xwe ne

Bi rûdana hin bûyerên van demên dawî û felaketên tên serê kurdan ra meriv kurdên camêr, kurdên welatparêz û cahş û xulamên tirkan jî baştir nas dike.
Meriv dibîne kî çiqasî paqij û kurdperer e û kî jî çiqasî cahş û xulamê tirkan yê bi dil û can e; şelafekî Erdogan û dewleta tirk yê propfesyonel e…
Heta nuha gava mijar dihat ser zilam û hevkarên AKPê û dewleta tirk, tim navên Mîroglu, Ensarîoglu, Metîner, Kizilkaya, Mazhar Bagli û çend kesên wek wan dihat nitirandin; yanî van navan tim wek numûne û sembolên hevkarên dewleta tirk yên herî xerab dihatin nîşandan.
Lê do gava min çen deqîqeyan li Savcî Sayan û Çetîner Çetîn guhdarî kir, min dît ku ne wisa ye, rahme li gorra kefendiz, Ensarîoglu û Mîroglu li ba Savci Sayan û Çetîner Çetîn ez sond dixwim milyaket in, kurdperwer in...
Piştî ku min çend deqîqeyan li Savci Sayan, Çetîner Çetîn guhdarî kir madê min li hev ket, verşiya min hat, tehamulkirin ne mimkûn bû; ez ji ber kompîtorê rabûm….
Ez dibêjim şelafên(dalakavuxên)bêrûyên wek Savcî Sayan û Çetîner Çetîn di bin destê dewleta tirk da cahşên, ajan-provakatorên pir muhîm in…
Yê li Savcî Sayan û Çetîner Çetîn guhdarî nekiribe bira nebêje min li vê dinyayê şelaf û bêrû dîtiye…
Ez fam nakim meriv çawa kane hewqasî bi dil û can bibe neyarê qewmê xwe ?
Û hewqasî bi dil û can, bi heraret ji xulamtiya tirkan memnûn be û koletiya tirkan biparêze, şîrîn nîşan bide?
Bibêje tu kêmasiyeke kurdan tuneye, em dibin her tişt, her tiştê me heye…
Camêr carê fêrî bindestiyê û xulamtiyê bûye, serxwebûn, dewletbûn, azadî qet nayê bîrê. Dibêje dewlet min dike mamûr…
Ji bo karekî wiha dibê meriv pir bêşexsiyet û ji hemû hestên netewî û kurdayetiyê bêpar be…
Ji 15ê temûzê û vir da ye bi sedan şelaf û cahşên kurd di studyoyên telewîzyonan da li bin guhên hev dikvin.
Yên heta do li ber deriyên Gulen û telewîzyonên wî di dorê da bûn, îro bûne neyarên Gulen û îcar Erdogan bi asîmanan dixînin. Û ji bo ku eferimekê ji Erdogan bigrin ji tirkan bêtir êrîşî PKKê, HDPê û PYDê dikin, neheqî û xeteriyên PKKê yek bi yek rêz dikin…
Gava meriv bîstekê guh dide gotinên wan yên ser kurdan, ser PKKê, ser HDPê û ser Sûriyê û PYDê meriv şok dibe.
Meriv dibîne bi van cahş û zilamên dewletê tenê jî bimîne, ne li Tirkiyê û ne jî li Sûriyê kurd ewê zirnîqekî jî bi dest nexin.
Bi kêmanî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf ji merivên dewletê, ji MHPê û AKPê bêtir êrîşî kurdan dikin.
Min Çetîner Çetîn(cend hebên din jî hene min navên wan ji bîr kir)nas nedikir, do min bîstekê lê guhdarî kir. Savcî Sayan jî hewitinê, yek ji yekî xerabtir e.
Xwezî min guhdarî nekira, xwezî ez rastî wan programan nehatama...
Ji bo îzahkirina namerdiya wan ez gotinê nabînim.
Ji ber ku meriv bi însanên wiha ra ji eynî qewmî ye meriv xeyalşikestî dibe, ji xwe şerm dike.
Ez naxwazim zû bi zû pesimîst û reşbîn bim, lê gava meriv her roj bi dehan, bi sedan cahşên wiha dibîne, gava meriv li Wanê, li Batmanê meşên girseyî yên bi alên tirk dibîne, ne mimkûn e ku meriv neheje û bêhîvî nebe.
Bi qenaeta min heta ku hewqas cahş di nava me da hebin, heta ku hewqas kurd xulamên dewleta tirk û neyarên gelê xwe bin serketina me, ez nabêjim ne mimkûn e, lê pir û pir zor e.
Meriv bi çavê serê xwe dibîne, deh qatê, sed qatê hêzên dewletê kurd bûne zilamên dewletê û li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê bi heraret alên tirk li ba dikin û dibêjin ”bimre kurd û Kurdistan” û ”bijî dewleta tirk, bijî bindestî û koletî!”
Diyar e ji bo ku meriv bêhêvî û xeyalşikestî nebe, ji bo ku hewqas kurdên xwefiroş nebîne, dibê meriv li telewîzyonên tirk qet temaşe neke.
Helbet ev yek realîteya mewcûd neguhere, lê bi kêmanî meriv hewqas kurdên namerd nabîne û pê naqehere, pê merezarî nabe, ji derd û qahra bêxîretan xew li meriv nagere…

XXX


Serokwezîrê Tirkyê Bînalî Yildirim gotiye,
”Emê ebeden qebûl nekin li Sûriyê kurd bibin xwedî statu. Dibê Sûriye perçe nebe û grûbek etnîk nebe xwedî avantaj.”
Yanî mêrik dibêje ewê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî mafên netewî.
Her kurdê bi namûs û bi şerf, her kurdê xwe xulamê tirkan û neyarên kurdan nabîne dibê van gotinên Yildirim li hemberî xwe û hemû kurdan wek heqareteke mezin bibîne.
Çavsorî û heqareteke ji viya mezintir tuneye.Mêrik dibêje ne li Tirkiyê tenê, li Sûriyê jî dibê kurd kole bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE