06 augusti 2016

Miletê bindest nikane li navê bajarê xwe jî xwedî derkeve

Çend rojan ez ne li mal bûm, lema jî min xeber û bûyerên Tirkiyê û kirinên Erdogan û hukûmeta wî baş taqîp nekir.
Wa ye hukûmeta AKPê him Hekarî û Şirnex ji wîlayetiyê xistine û him jî navên van herdu bajaran guhertine.
Navê Hekariyê bi tirkî kirine ”Çölemerik” û navê Şirnexê jî kirine ”Nuh” yanî Nûh.
Û ji dêlî Hekarî û Şirnexê, ewê Cizîr û Geverê jî bikin wîlayet. Yanî çawa tê hesabê wan, ji xwe ra çawa baş dibînin wer dikin.
Belkî navê Cizîrê jî biguherînin. Kanin bikin, çimkî kurdan însan nahesibînin.
Tirk ev ne cara pêşî ye vê zorbatiyê dikin.
Heta nuha navên hemû mezra û gundên Kurdistanê guhertine. Navê gelek bajar û qazayan eynî bi vî rengî guhertine û kurdan jî tim qebûl kiriye.
Yanî tirk zanin zorbatiyên wiha ji wan ra tu gelşê peyda nake, kurd wek berxikan qebûl dikin, tu îtîrazeke mezin nîşan nadin.
Gava min xeber xwend ez matmayî mam.
Ev teserufa hukûmeta AKPê li gel heqaretke mezin, di eynî wextê da nîşan dide hukûmet qîmeta seriyek pîvaz jî nade îradeya miletê kurd, dezgehên kurdan, belediyeyên kurdan, partî û siyasetmedarên kurd.
Meriv çawa kane navê du bajaran, bêyî ku ray û fikrê xelkê bigre, bêyî ku referandûmekê bike, bêyî ku bi mehan, bi salan minaqaşeya wê were kirin, hema ji nişka ve navê du bajaran biguhere û bibêje waye min guhert û qediya?
Û him jî navê bajarekî wek Hekariyê kevn û dîrokî, navekî bi sedan kilam û stran li ser hatine gotin bi vê zorbatiyê biguherîne…
Li hemberî heqaret û zorbatiyeke dewletê ya bi vî rengî dibê kurdan qiyamet rakirina.
Lê bi qasî ez dibînim nişteciyên van bajaran, partî û dezgehên kurdan mesele zêde mezin nekirine, reaksiyoneke mezin û cidî nîşan nedane.
Ji dêlî ku li Hekariyê, Geverê, Şirnex û Cizîrê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê kurd dakevin kolanan û vê zorbatî û tecawiza hukûmeta AKPê protesto bikin, ”nobeta demokrasiyê” (!)digrin.
Ê gava kurd ev kurd bin, helbet hukûmet û dewlet ewê hesabê wan nekin, helbet ewê kurdan û partiyên wan bi tiştekî nehesibînin. Û kînga dilê wan bixwaze ewê navê bajarên wan biguherînin.
Guhertina navên Şirnex û Hekariyê nîşanî me dide heta em bindest û bêdewlet bin, heta em ne xwediyê welatê xwe û îradeya xwe bin dijmin bêyî ku ji me bipirse, bêyî ku fikir û raya me bigire ewê navên gund û bajarên me jî biguherîne û her zulm û heqaretê jî li me bike. Çimkî em miletekî ne azad in, bindest in.
Lê li alî din bêdengiya kurdan ya li hemberî vê zorbatiya hukûmeta AKPê jî ez matmayî hîştim û xeyalşikestî kirim. Min ji kurdan, ji partyên kurd protestoyeke cidî dipa.
Erdogan çi tîne serê kurdan jî, çi heqaretê li wan dike jî tesîrê li kurdên bûne xulamên wî û dewleta tirk nake.
Ez meraq dikim, gelo Muhsîn Kizlikayayê Hekarî ji vê biryara hukûmetê ra, ji guhertina navê bajarê xwe ra çi got û çi dibêje?
Û ne ew tenê, bi sedan kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd û kurdper in hîn jî bi AKPê ra ne û hîn jî di TRTê da wek qûqla û amîgoyên Erdogan reqlama AKPê û Erdogan dikin.
Gelo wan ji vê biryara hukûmetê ra çi gotin û çi reaksiyon nîşan dan?
Nalet li çend qurişên pîs were, ji bo çend qurişên rezîl meriv nabe heval û amîgoyê neyarê xwe; ji bo çend quriş pere meriv li hemberî zulm û zorbatiyeke wiha bêdeng namîne.

Lînka xeberê 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE