22 augusti 2016

Sibe ewê ji îro xerabtir be

Hinek dibêjin efendim heger wiha dom bike ewê li Tirkiyê şerekî navxwe derkeve.
Bi dîtina min ev saleke şerê navxwe dest pê kiriye.
Helbet Tirkiye û Kurdistan hîn nebûye Sûriye, lê hêdî hêdî ewê bibe.
Sûriye jî bi carê da nehet vî halî, li wir jî şer hêdî hêdî mezin û berfireh bû.
Tiştê li Tirkiyê dibe jî eynî ye…
Li Kurdistanê deh donzde bajar hatin wêrankirin.
Di van bajaran da 7-8 hezar însan hatine kuştin.
bi sedhezaran însan koçber bûn.
Ma ev ne herb e, ne şerê navxwe ye çi ye gelo?
Li seranserê Kurdistasnê rewşa awarta heye, carnan bi rojan nahêlin kes ji mala xwe derkeve.
Ji bo kurdan li tur derê ne ewlekariya can maye û ne jî ya mal, kes ji siberoja xwe ne ewle ye.
Kanûn manûn, ewlekarî tiştek nemaye, leşker û polîs çi bikin, kê bigrin serbest in.
Ma ev ne şerê navxwe ye çi ye ?
Di hemû telewîzyonên tirk da 24 saetan bi bêujdaniyeke mezin, ji naziyan jî xerabtir êrîşî kurdan dikin.
Kî devê xwe vedike kurdan, PKKê, HDPê wek nokerên Îsraîl û Emerîkayê nîşan dide, qetla kurdan hela dike.
Qetlîamên dewlet dike û dide kirn jî dikin hustuyê PKKê.
Bi sedan alim, profesor, dîndar, siyasetmedar, pispor bi bêûjdaniyeke mezin Daîşê û Cimatê dikin mutefikên PKKê û dibêjin vana bi hev ra dixebitin. Dibêjin belkî PKKê qetlîama Dîlokê/Entabê kiribe.
Yanî derew û bêbextiyên di heqê kurdan da dikin, kîn û nefreta di telewîzyona da li hemberî kurdan belav dikin derî aqilan e, meriv dibêje belkî li Tirkiyê însan nemane, her kes bûye faşîst, nazîst, wahşê dixwaze xwîna kurdan vexwe…
Tiştê meriv di telewîzyona da dibîne û di rojname û medyaya sosyal da dixwîne, beyanên siyasetmedaran meriv dibizîne, diqutifîne…
Meriv dibêje belkî li Tirkiyê tirkekî însan, tirkekî bi ûjdan, rastgo, ne nazîst, ne neyarê kurdan tuneye.
Her kes bi telaqreşiyeke mezin bûyeran, rastiyan belovacî dike û kurdan, PKKê, HDPê dike çavkaniya her xerabiyê.
Di îktîdara AKPê da me dît ku îslamîstên tirk di mesela kurda ne tenê ji kemalîstan, ji faşîst û nazîstan jî xerabtir in. Hemû Daîş in, kanin wek qatilên Daîşê serê her kurdî hilqetînin û xwîna kuran vexwin…
Gava dibe mesela kurd bi îslamiyên tirk ra ne ûjdan dimîne, ne jî exlaq û nej î însaniyet. Hemû dibin wampîr û irqçiyên bêemsal…
Ez tim dibêjim, heta Erdogan li ser hukim be aramî, îstîkrar, aştî nayê Tirkiyê, sibe ewê ji îro xerabtir be.
Heta Erdgoan li ser hukim be ewê tim li vir û li wir bombe biteqin û bi sedan însan werin kuştin.
Heta Erdogan li ser hukim be ji kurdan ra ebeden rehetî tuneye, geh bi navê FETO û geh jî bi navê Daîşê ewê kurdan her bide kuştin.


Yanî heta Erdogan li ser hukim be sibe ewê ji îro pir xerabtir be; ji me jî û ji bo tirrkan jî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE