31 augusti 2016

Tirkan berê kurdên dewletê tiştek dihesibandin, lê nuha qurişekî xwe jî di topa wan nadin

Siyasetmedarên tirk, birêvebirên dewletê, întellektuelên tirk yanî tirkan berê hewqasî eşkere neyartiya kurdan nedikirin, heta ji wan dihat nêta xwe ya rastîn, ya dilê xwe vedişartin, wek nuha li ruyê kurdan nedigotin.
Mesela Erdogan êdî her roj di telewîzyonan da vekirî dibêje:
”Emê ebeden nehêlin li bakurê Sûriyê dewletek kurd ava bibe. Bira hemû dinyayê bibihîze, bedelê vê çi be jî emê rê li ber avabûna vê dewletê bigrin…”
Cîgirê serokwezîr Numan Kurtulmuş êdî her roj vekirî dibêje, ”Em dixwazin li Sûriyê rê li ber korîdora PYD, YPGê bigrin. Em ji bo viya ketin Cerablûsê…”
Wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu dibêje, ”Heger YPG venekişe rojhilatê Fertêt ewê hedefa me be. Emê destûrê nedin korîdora PYDê. Emê tu carî nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe…”
Yanî Tirkiye ewê tu carî nehêle Kobanê û Efrîn bigihên hev, tu carî nehêlin kurd li ser axa xwe azad bijîn. Tirkiye ji PYDê û YPGê çi bixwaze dibê PYD û YPG wiya bikin, y ana Tirkiye ewê bi zor wan ji ortê rake.
Mêrik viya pir vekirî û him jî bi dengekî bilind dibê. Û gava dibêje kurdên dewletê jî pel pel lë guhdarî dikin.
Binalî Yildirim li ber kurdên dewletê dibêje, ”Emê destûrê nedin li ser sînorê me dewleeteke kurd ava bibe…”
Kurdên dewletê jê ra li çepikan dixin, di telewîzyona da peyvên Erdogan, Yildirm û Çavûşoglu yên ji serî heta dawî antî-kurd in bi ruh û can diparêzin, dibêjin heqê tirkiyê ye, dibê Tirkiye sînorên xwe ji ”terorîstan biparêze…
Bi kurtî Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê her roj eşkere û bi dengekî bilind dibêjin ”ewê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî desthilat. Ewê nehêlin li bakurê Sûriy jî dewleteke kurd çê bibe. Û ji ber ku me li Îraqê hîştin kurd bibin xwedî federasyon wan şaşiyeke mezin kir. Lê ewê vê şaşiye li Sûriyê dubare nekin.
Tiştên tirk ji bo kurdên rojava dibêjin ev e.
Lê her ku tirk bi vê eşkeretiyê neyartiya kurdan dikin û him jî li welatekî din, kurdên dewletê, kurdên ruhkole bêtir ji Erdogan û ji tirkan ra li çepikan dixin û dibêjin her bijî !
Erdogan û tirkan heta çend sal berê jî ev nêta xwe hewqas vekirî nedidan der.
Bi îhtîmaleke mezin ji reaksiyon û xeyda kurdên dewletê, kurdên zilamên xwe ditirsiyan.
Di dilê xwe da digotin gava ew neyartiya xwe ya kurdan eşkere bibêjin, kurdên dewletê ewê ji wan aciz bibin, xwe bi xeydînin û belkî jî ji hevalbendiya dewletê dûr kevin.
Yanî tirkan wisa texmîn dikirin…
Lê di van salên dawî da AKPê û tirkan gelek kurd baş kedî kirin. Lema jî êdî kes ji heqaretên tirk li kurdan dikin, ji neyartiya Erdogan û birêvebirên hukûmetê xwe aciz nake.
Neyartî û heqaretên Erdogan û berpirsiyarên hukûmet û dewletê bi êdî kurdên dewletê wek şîr û şekir şîrîn tê.
Lem a jî Erdogan û tirkan bi demê ra dîtin ku urdên dewletê pir bêşexsiyet û şelaf in, ew çi bibêjin û çuqasî neyartiya kurdan bikin jî ne xema wan e, ew tu carî xwe ji wan û ji dewletê aciz nakin.
Çimkî koletiyê hesteên netewî, xurûr û şexsiyet bi wan ra nehîştiye.
Lema jî êdî ji xulamtiya tirkan û neyartiya gelê xwe jî fedî nakin.
di telewîzyonan da ji faşîstan bêtir êrîşî PYDê û YPGê dikin, dibêjin ew neheq in, îşxala Tirkiyê diparêzin.
Heta dewlet cuqasî zulmê li kurdan bike û siyasetmedar neyartiya xwe cuqasî vekirî bibêjin, kêfa kurdên ruhkole bêtir ji wan ra tê û bêtir xwe dikin qurbana dewleta tirk û Erdogan.
Gelek însanên pîs, bêşexsiyet hatin vê dinyayê û çûn, lê ez bawer nakim tu pîs û bêşexsiyetên dinyayê bi qasî yên me kurdên bakur pîs û bêxîret bin.
Magî yên me li hemberî vê neyartiya tirkan ya faşîzan, ya antî-kurd qet ne xema wan e, li hemberî vê dijminatiyê tamarke xîretê di wan hilnayê, nabêjin yaho hewqas neyartî jî nabe, êdî bes e ji setê we…
Ne dilê wan û ne jî bivîla wan dişewite, ew hîn jî heval, parlamenter û wezîrên Erdogan û Yildirim in, hîn jî di telewîzyona da ji dewleta tirk ra li çepikan dixin û ji nîjadperest û faşîstan bêtir êrîşî kurdan dikin…

XXX


Erdogan, berpirsiyarên hukûmetê eşkere dibêjin emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî desthilat. Emê nehêlin li bakurê Sûriy jî dewleteke kurd çê bibe.
Kurdên başûr û kurdên dewletê hîn jî dibêjin Tirkiye, hukûmeta AKPê dostê me ye.
Erdogan vekirî dibêje li vê dinyayê diminê me yê herî mezin kurd in û lema jî emê nehêlin ev dijmin li Sûriyê bibe xwedî maf.
Ji ber ku me li Îraqê hîşt kurd bibin xwedî federasyon me şaşiyeke mezin kir.
Lê emê vê şaşiya xwe li Sûriyê dubare nekin.
Yanî tirk hewqasî cekirî, hewqasî zelal neyartiya xwe ya li hemberî kurdan diyar dikin.
Lê cahşên siyasî, xulanên Erdogan û kurdên me yên başûr dîsa jî dibêjin ”na lo”, qesta wan ne ev e, hûn şaş fam dikin. Hukûmeta AKPê, Erdogan tenê li dijî PKKê û PYDê ne, ne li dijî kurdan in…
Ez ditirsim bi bi vê siyaset rebenokî tirk başûr jî ji ortê rakin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE