11 september 2016

Bêdewletiyê şexsiyeta mirovê kurd perçe kiriye

Bêdewletbûnê di hest û şexsiyeta mirovê kurd da,di mejuyê wî da çi tahrîbat çêkiriye?
Îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînera şairê bi nav û deng Bedirxan Sindî hebû.
Di destpêkê da bêdewletiyê, di warê ekonomîk, psîkolojîk û rûhî da, di warê şexsiyetê da çi zirar daye mirovê kurd û civata kurd sekinî.
Û çima ji kurdan ra dewlet lazim e?

Kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe ewê çi were serê kurdan?
Li gorî Bedirxan Sindî, perçebûna Kurdistanê û civata kurd di van sed salên dawî da kurd kirine biyaniyên hev û miletê kurd bûye çar civatên di her warî da ji hev cihê, çar civatên zêde ji hev fêm nakin. Miletek bûye çar ”milet”, çar ziman, çar kultur û her wekî din.
Bindestiya çar dewletan û bêdewletbûnê mirovê kurd kiriye xwediyê çar şexsiyetên cihê; kurdê Tirkiyê, kurdê Sûriyê, kurdê Îraqê û kurdê Îranê.
Hinek wek farisan, hinek wek tirkan, hinek jî wek ereban difikirin, ketine bin tesîra kultur û felsefeya van miletan.
Yanî îşxala Kurdistanê û bêdewletbûnê kurd şexsiyeta mirovê kurd perçe kiriye.
Ji bo ku kurd jî wek miletên din bibin xwedî îrade, xwedî şexsiyeteke kurdî û Kurdistanî, dibê kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Bi kurtî Bedirxan Sindî li ser zirarên bindestiyê û bêdewletbûnê, li ser tahrîbatên bêdewletiyê di dil û mejuyê mirovê kurd da çê kiriye gelek tiştên hêja gotin û gelek numûneyên balkêş dan.
Ji xwe ji sebebên kurd nikanin yekîtiyeke netewî ava bikin yek jî ev şexsieyta perçebûyî ye. Hemû kurd nikanin wek ferdên neteweyekî bifikirn û li gorî wê hereket bikin.
Li gorî dîtina Bedirxan Sindî, siyasetmedarê, rewşenbîrê dewleteke kurd nexwaze, bibêje îro ne dema wê ye ya jî li dijî dewleta kurd be ew sûcekî mezin dike, dibê kurd li dijî vê dîtinê derkevin vê dîtinê mahkûm bikin.
Û dû ra jî ji helbestên xwe yên kevn û nuh çend heb xwendin û bersîva pirsên guhdaran da.
Ez bi dîtin û guhdarîkirina şairê kurdperwer Bedirxan Sindî pir kêfxweş bûm.

Yê ji kurdan ra bibêje ji we ra dewlet ne lazim e, ya jî îro ne wexta xwestina dewletê ye ew ne dost û xêrxwazê kurda ye.
Bi dev dost xuya bike jî, bi dil dijmin e, ya jî kurdekî, dostekî kêmaqil e. Dibê meriv guh nede gotinên kêmaqilan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE