07 september 2016

Cîhan zêde biçûk bûye

Bavo ev hevalên PAKê bi rastî jî pizot in, bi jin û mêran ve mil bi mil ji alîkî da wek şêr û şepalan dixebitin, civînan çê dikin û ji aliyê din da jî dunyayê bi xebata xwe dihesînin.
Ev ne tiştekî hindik e, dibê meriv teqdîr bike û moral bide hevalan…
Camêran dixebitin, baş xerab li ber xwe didin, dibê em jî bi kêmanî pesnê wan bidin.
Du sê saet berê li Stockholmê civîna serokê PAKê Mustefa Ozçelîk bû, li ser xebatên partiya xwe û rewşa Kurdistanê agahiyên hêja da beşdaran.
Me bi kêfxweşî guh da agahî û dîtinên wî yên hêja.
Ez hatim mal, min çer kompîtora xwe vekir civîna me û him jî bi risim û bi deng got çip û deket pêş min.
Bê we çawa pê ra gîhand hewqasî zû belav bikin?
Mêrikan civîn û him jî bi risim û bi deng tavilê di medyaya sosyal da belav kirine, gîhandine hevalên xwe yên Kurdistanê jî.
Û yên li Kurdistanê jî xeber careke din belav kirine.
Bi vî hawî di nava demeke pir kin da xeber li dunyayê belav bû û gelek kurd pê hesiyan.
Di salên 70-80î da gava me li Wêranşarê belavokek belav dikir, hevalên me yên Qoserê/Qezê û Swêregê ancax piştî çend rojan pê dihesiyan.
Hevalên me yên Bismil, Diyarbekir, Qulpê û Farqînê piştî mehekê pê dihesiyan û ew jî ne her kes.
Hevalên me yên Wanê, Culemêrgê, Belîsê belkî tew nedibihîstin jî.
Lê van hevalan di nava çend deqîqeyan da li dunyayê hemû hevalên xwe pê hesandin.
Hinekê bibêjin mesele teknîk e, filan û bîvan. Lê ev yek nîhmet û avantajên teknîkê bin jî dîsa jî zanîn lazim e.
Mesela ez nizanim belav bikim. Hema bira teknîk hebe, gava meriv nizanibe bi kar bîne, belav bike bêfeyde ye…
Lê kadirên PAKê li gorî hêza xwe ne tenê wek şêr û şepalan dixebitin, di eynî wextê da zanin teknîka herî zor jî bi kar bînin.
A xebat û jêhatîbûn ev e, ez hemûyan, lê bi taybetî jî xanimên PAKê bi dil û can pîroz dikim.
Bira ev jî diyarî û spasiya min ya ji PAKê ra be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE