06 september 2016

Erdogan û Gulen deh salan bi hev ra li ser yek kursiyê rûniştin



Serfermandarê hêzên deryayî yê berê Ozden Ornek, di hevpeyvîneke xwe da gotiye ji sala 2002a da ye ”li ser kursiyekê du kes(Gulen û Erdogan) rûniştibûn û vê yekê heta ortaxiya wan xera bû dom kir…”
Li gorî Ozden, heger Gul û Davutoglu ji rêxistina FETO werin mahkimekirin ewê amtmayî nemîne.
Ozden Ornek bi kurtî wiha gotiye:
” AKP di sala 2001ê da ava bû û di sala 2002a da ket hilbijartinan. AKP di vê hilbijartinê da bêhazirî bû. Di destan da pere tunebû, kadro tunebû, burokasiyeke dewletê tunebû. Bala xwe danê li ba Gulen vana hemû hene. Ji bo wê pê ra hevkarî kirin, hinekî jî mecbûr man. Hîn ji wê demê da ye li ser kursiyekê du kes rûdiniştin. Û vî îşî heta ortaxiya wan xera bû dom kir. Heger Gul û Davutoglu werin mahkimekirin ezê matmayî nemînim.”
Îcar çima Gul û Davûtoglu lê ne Erdogan, min ew fam nekir.
Diyar e Ozden Ornek newêre navê Erdogan bide.
Her kes zane Gul û Davutoglu, herdu jî emirqûliyên li ber destê Erdogan bûn, bêyî destûra Erdogan ne mumkûn bû ji cimata Gulen xedemeyek jî bigirtana kar.
Lema jî Gul û Davutoglu û AKPyiyên din çi kiribin bi daxwaz û destûra Erdogan kirine, kesî tiştek bi dizî, bê haya Erdogan nekiriye û ne mimkûn e bike…
Lê Ozden Ornek newêre vê rastiyê bibêje ew tiştekî din e...
Û ne Ornek tenê, kes newêre navê Erdogan bigre devê xwe, hema hema her kes êrîşê xulaman, bindestan, mamûrên dewletê û zilamên Erdogan dikin.
Êrîşî karkir û rojnamevanên medyaya Gulen dikin, wan digrin, wan sûcdar dibînin.
Nazli Ilicakê bi hevalbendiya Gulen digrin û dixin hefsê, lê Davutoglu, Gul, Çîçek, Şahîn Arinç, Çelîk û Erdogan li der ve ne, fena ku vana bi salan bi Gulen ra hevaltî nekiribin.
Ji ber vê tirsa ji Erdogan e Ornek navê Gul û Davutoglu dide û sûc dixe hustuyê wan…
Lê ne rast e, xeta xwar ji gayê pîr da ye û ew ”ga” jî Erdogan bi xwe ye. Berpirsiyar û sûcdarê herî mezin ew e…
Ya rast hedefa Gulen û Erdogan yek bû, herduyan jî dixwestin Tirkiyê ji destê kemalîstên laîk derxin û bikin dewleteke îslamî.
Lema jî Erdogan hîşt bi sedhezaran merivên cimata Gulen di nava dewletê da werin bicîkirin.
Lema çavên xwe ji hemû derew, sextekarî, hîle û komployan ra girtin û heta dan kirin.
Hemü tişt bi agahiya Erdogan û din kontrola wî da dibû, heta wî negota ”OK, ne mimkûn bû dest bi komployekê bikirana.
Ji bo ku di rojên pêş da dewletê bi temamî ji kemalîstan paqij bikin û bikin dewleteke îslamî bi hev ra xebetîn.
Lê di sala 2012a da Gulen xwest Erdogan ji ser kursiyê tot bike û ew tenê li ser kursiyê rûne
Gava Erdogan ev yek fam kir nabêna wan xera bû û şerê wan dest pê kir.
Çîrok bi kurtî ev e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE