26 september 2016

Gava aqil belav bû kurd dereng man

Diyar e gava aqil li însanan belav bû kurd ya negihîştin ser ya jî li dawiya hemû miletan man û lema jî para wan pir hindik ket.
Ji do da ye gelek daxwazên hevaltiyê ji min ra tên.
Ez dibêjim belkî birayê Mucahît Ozman di nivîseke xwe da qala navê min kir û got kurdiya min baş e lema. Yanî ji bo min bû wek reqlamekê.
Berî ez daxwaza hevaltiyê qebûl bikim, hema wiha di ser ra be jî ez bala xwe didim profîla wan û zimanê pê dinivîsin.
Kurdekî rismê Seyid Qutbê yek ji mezinê tevgera Birayên Musilmanan kiribû rismê profîla xwe. Min hevaltiya wî qebûl nekir.
Ji bo ku kurdek rismê Seyid Qutb, rismê erebekî bike rismê profîla xwe, dibê xwe nas neke, ji dîroka xwe bêhay be û şiûrê netewî jî pê ra gelkî zeîf be, ya jî tew tunebe…
Di nava miletê kurd da gelek ”Seyid Qutb” hatin bi darde kirin. Kurdê me qîma xwe bi yekî jî nayne, yekî jî naecibîne, rismê yekî ereb dike rismê profîla xwe.
Ji ber ku totik vala ye…
Dixwaze bira qehremanî be ya jî ilm û îrfan be, baweriya dînî be, di nava kurdan da bi sedan egîd û alimên wek Seyid Qutb hene.
Ma çi yê kurdperwerê mezin Şêx Ubeydullahê Nehrî ji Seyid Qutbê ereb kêmtir e?
Ma Şêx Seîd ne yekî wek Seyid Qut be?
Ma Seîdê Kurdî ji Qutb ne mezintir e?
Ma Qazî Mihemed ne yekî wek Seyid Qutb e?
Lê ji ber ku ereb û tirkan hest û şiûrê netewî, kurdayetiyê bi kurdê me yê misilman ra kuştine, lema jî rismê Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd û Qazî Mihemed ya jî alimekî kurd nake rismê profîla xwe, xwe dike qurbana Seyid Qutbê ereb…
Û tiştê neviyên Seyid Qutb û ereban anîne serê kurdan li ber çava ye.
Talankirina welatê me, mal û milkê me ne bes bû, di ser da dest avêtin namûsa me jî, bi hezaran keçên me, jinên me êsîr girtin, ji xwe ra kirin cariye û li bazaran wek kola firotin.
Lê dîsa jî pozê gelek kurdan naşewite.
Dîsa jî dev ji heyranî û xulamtiya musilmanên ereb û tirkan bernadin.
Û kurdên me yê misilman hîn jî rismê serokekî tevgera Îxwanan dikin rismê profîla xwe.
Gava aqil tunebe meriv çuqasî bikeve û rabe jî, çi felaket werin serê gelê meriv jî meriv jê dersê nagire, çimkî totik vala ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE