28 september 2016

Hela ka ez binêrim ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

Însan bi salan ra xwe fêrî hin tiştan dike, di jiyana xwe da hin fêrbûn û rutînan bi cî dike.
Li gorî wan fêrbûn û rutînan ji xew radibe, radikeve, dinivîse, dixwîne filan û bîvan…
Ji nişka ve guhertinan van fêrbûnan pir zor e. Jê ra wext û zeman lazim e.
Bi kêmanî ji bo in wiha ye, ji bo întîbaqa şertên nuh wext lazim e.
Li gel ku ez êdî naçim kar lê dîsa jî saet di heftê sibê da radibim.
Çimkî zîla saeta xanimê wê saetê lêdixe. Ji mecbûrî ez jî pê ra şiyar dibim.
Piştî wê raketin gelkî zahmet e.
Ez qahwa xwe hazir dikim û xurîniya xwe dikim û dû ra kompîtorê vedikim û bîstekê li facebookê, li hin malperan, li e-maila xwe û filan dinêrim.
Meriv kane bibêje bi rengekî canê xwe digerînim. Fena mirîşka bi hêk, lê nizane ewê hêka xwe li ku bike…
Ev antraman e, hîn ji nivîsê ra ne hazir im, hîn min birayara xwe nedaye ezê çi bikim.
Ev du roj in serê min pir tevlihev e. Dibe ku di rojên pêş da rewş biguhere.
Dû ra diçim li dora saetekê digerim.
Lê min hîn biryara xwe tam nedeya, hîn ji xwe ra nekiriye rutîneke rojane.
Yanî dibê ji xwe ra dûzaneke nuh çêkim, bibim xwedî hin rutînên nuh.
Di xebatê da ez merivekî zêde ne bi disîplîn im, kanim zû dev jê berdim û dest bi tiştekî din bikim.
Carnan ji xwe ra dibêjim hela ecele neke, do yek îro dudu, hela bira hineke wext bi ser keve…
Hela ka ez binêrin ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

XXX


-Merivê wefadar ji te gelek ziraran jî bibîne jî, çêyiyek te qet ji bîr nake.
Merivê nankor ji te zirarekê tenê jî bibîne, hemû çêyiyên te ji bîr dike.
Ji ber ku yê wefadar dostê ji dil e, dostiya wî, hezkirina wî ne demî û li gorî menfaetê ye.
Lê yê nankor qedirnezan e, bêwefa ye, qedir û qîmeta rindiyê, çêyiyê li ba wî kêm e, tim li kara xwe, li menfeeta xwe difikire…
Dibê meriv wefadaran bide ser serê xwe û hevza xwe ji nankoran bike…
Û ev jî heye, zemên, wextê merivên nankor zêde û wefadar kêm kirine.
Ev jî xusûsiyet û qerekterekî vê sedemê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE