19 september 2016

Li ser derbasbûna wexta dewleta netewî



Kurd gelek qîmetê didin gotinên kesên biyanî.
Gava biyaniyek li ser kurdan tiştekî rast dibêje, tavilê her kes wê gotinê belav dike.
Lê esas bi sedan kurd her roj wan gotinan dubare dikin, lê kes zêde qîmetê nada gotinên yekî kurd, lema jî belav nakin, di nava kurdan da olan nade.
Ilim dibê yekî biyanî bibêje…
Lê gava biyaniyekî bi nav û deng eynî tiştî dibêje, a wê çaxê ew gotin li ba kurdan dibe xeber.
Di vê şêla me da para psîkolojiya bindestiyê ne kêm e…
Dibêjin Noam Chomsky gotiye, ”Dibê kurd vê fersendê ji dest xwe bernedin. Wexta dewleta netewî neborî ye. Em di serdema dewletên netewî da dijîn.Tezên wiha ji bo xapandina miletên bindest e.”
Ji bo van gotinên rast û dirist mala Noam Comsky ava be, wek alimekî rastgo camêr rast gotiye.
Lê ne hewceye Noam Chomsky ji me ra bibêje, her kes vê rastiyê zane.
Heger meriv zêde ne reben û totikvala be, ya jî ne zilamê dewletê be, meriv zane wexta dewleta netewî derbas nebûye û tu carî jî nabe. Heta milet li ruyê dinyayê hebin, dewleta netewî jî ewê hebe.
Bêdewletî bindestî û koletî ye.
Qet ne hewceyî teoriyan e, ma halê me, perîşaniya me kurdan ne li ber çava ye.
Bi Xwedê halê me ji halê pisik û kûçikên miletên xwedî dewlet jî xerabtir e...
Kî xwe çawa dibîne ez nizanim, lê ez bi xwe halê xwe, rewşa xwe wiha dibînim.
Wek însan, wek kurd, navê min, statuya min çi dibe bila bibe ez sifir im, li welatê min, li bajarê min tu giraniyeke min tuneye. Ez bindestê leşker û polîsên tirk im.
Polîs û mamûrên dewleta tirk kanin nehêlin ez herim welatê xwe û bajarê xwe.
Bêyî ku min sûceke kiribe polîs kanin min li balafirxanê ya jî li dereke din bigrin, min têr bikutin û dû ra jî bavêjin zandanê û bi salan di zandanan da birizînin.
Kanin min mecbûrî axaftina tirkî bikin.
Çima kanin wiha bikin?
Çimkî dewlet ne ya min e, dewleta tirka ye. Ez jî wek kurd bindest û koleyê dewleta tirk im.
Heger dewleta min hebûya kesî ez mecbûrî axaftina tirkî nedikirim, kesî çûna welatê min li min yasax nedikir.
Ez ne xwedî pasporteke netewî me, ez bi pasaporta xelkê digerim. Meclîsa min, ala min tuneye, di xerîteya dinyayê da navê welatê min tuneye.
Welhasilîkelam tuneye û tuneye...
Heger ez viya nebînim maneya xwe ya ez ehmeq im ya jî merivekî pir bêxîret û rezîl im…
Yanî Noam Chomsky bibêje, nebêje ez zanim dema dewleta netewî derabs nebûye, ev îdîa vireke bi boçik e û ev 30-40 sal in jî ez viya dibêjim û dinivîsim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE