12 september 2016

Qeyûmê dewleta tirk roja ewil û di karê xwe yê pêşî da tabeleya kurdî rakir

Qeyûmê dewleta tirk li Giyadînê roja pêşî û di karê xwe yê pêşî da tabeleya bi kurdî rakir
Dewleta Tirk do bi qeyûman yanî bi tayinkirina mamûrên xwe dest danî ser 24 belediyên kurdan.
Qeyûmê, yanî qaymeqamê belediya Giyadîna Agiriyê îro di karê xwe yê pêşî da tabelaya bi kurdî ya navê belediyê rakir û tabeleya tirkî tenê hîşt.
Yanî ji kurdan ra, ji kurdên dewletê û xulamên Erdogan ra, ji parlamenter û wezîrên xwedêgiravî kurd ra got, ”kurdî yasaxtir ulan !”
Li ser deriyê hewşa belediyê bi kurdî, ”Şarederiya Giyadînê” û bi tirkî jî ”Giyadîn Belediyesi” nivîsî bû.
Qaymeqamê dewleta tirk teksta kurdî rakir, da xerakirin.
Bi vê îcraeta qeyûmê Giyadînê jî xuya dibe dewleta tirk hîn ne hebûna kurdan qebûl dike û ne jî zimanê wan.
Di zanîngehan da beşên kurdî, di TRTê da programên kurdî hemû taktîkên xapandinê ne, sextekarî û durûtî ye.
Bi van tawîzên xapandinê jî armanca hukûmeta AKPê xapandin, serîlêgerandin û qezenckirina wextê bû. Gotin belkî bi van bertîlan PKK belav bibe û piraniya kurdan bibin zilamên dewletê.
Lê gava dîtin hesabê wan ev netîce neda, îcar dest bi şer kirin.
Di rojên pêş da ewê di zanîngehan da beşên kurdî jî bigrin.
TRT, ji xwe êdî ji kanaleke kurdî ya serbixwe derketiye, bi piranî bûye platformeke cahsan û neyarên kurdan. Yanî dewlet propagendeya xwe ya antî kurd bi kurdî dike.
Bi kurtî dewlet hebûna kurdan qebûl nake. Heger ne wisa bûya qeyûmê Giyadînê ewê di roja pêşî da tabelaya kurdî xera nekira.
Wê demê ev dewlet, ev hukûmet li dijî zimanê kurdî ye, hîn zimanê kurdî qebûl nake.
Dewleta zimanê kurdî qebûl neke, kurdan jî qebûl nake. Çimkî kurd bi zimanê xwe hene.
Wa ye dibêjin li belediya Culemêrgê jî  eynî tişt kirine, li wir jî tabeleya kurdî rakirine. Yanî mesele bêtehamuliya li hemberî kurdan û zimanê kurdî ye.



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî serokwezîr û emirberê Erdogan, Bînalî Yildirim beg, li ser beyana konsulê Emerîka ya li ser qeyûmên ser belediyan xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
”Bira her kes li karê xwe binêre. Em zanin li welatê me qanûn û qaîde ewê çawa werin bicîanîn. Tirkiye dewleteke huqîqî ye. Di vî warî da hewcedariya Tirkiyê bi dersê tuneye!”
Ji bo ku meriv bibêje ”Tirkiye dewleteke huqîqî ye” yanî li Tirkiyê huqûq û edalet heye, dibê meriv virekekî rûşuştî be.
Tirk û huqûq?
Tirk û demokrasî?
Li Tirkiyê îro ne huqûq û demokrasî, rejîmeke îslamî-faşîst li ser hukim e, rejîmeke antî-kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE