26 september 2016

Roja pêşî û hin hestên tevlihev


Îro 26ê îlonê ye û roja pêşî ya xaneşîniya(teqawîtiya) min e.
Roja pêşî gelkî muhîm e.
Belkî min hinekî zêde qala vê meselê kir. Lê nabe ez qala hestên xwe, xem û xeyalên xwe yên roja pêşî nekim. Dû ra kanim nuxteyekê deynim ser vê meselê…
Lê hevalên nexwazin van tiştên ”vala” bixwînin, kanin nexwînin ya jî min teqîp nekin.
Wek her roj ez dîsa saet di 06.00a da bi xwe hesiyam. Lê îcar kerekî biçûyamê tunebû, min xwe li hundur xapand.
Dû ra xanim rabû, xwe tev kir û çû karê xwe.
Ez mam bi tenê.
Min kompîtora xwe vekir û li maper û e-maila xwe nêrî. Tiştekî nuh û xerîb tunebû.
Min qahwa xwe çêkir û xurîniya xwe kir.
Ez sibehan ji qahwê hez dikim.
Lê hîn zû bû.
Min rahîşt romana Vuk Draskovic “Riya Împaratoran” û rasto çepo çend rûpel jê xwend.
Min ev roman salek berê xwend û hin derên wê xêz kirin, ji bo ku rojekê tiştekî li ser binivîsim.
Lê min di xwe ra nedît, wer ma.
Lê hîn jî nêta min heye tiştekî li ser binivîsim.
Ji ber ku çîroka qehremanê wê Arslan Beyê dewşirme/yenîçerî ya trajîk gelkî dişibe ya bi hezaran kurdên dewşirmeyên, yenîçeriyên îro.
Hêvî dikim di rojên pêş da bikanibim li ser vê romana hêja tiştekî binivîsim.
Piştî xurîniyê û bîstek xwendin, ez derketim der û li dora saetekê geriyam û ji xwe ra ketim xem û xeyalan.
Li ser jiyana xwe ya rojên xwe yên mayî fikirîm.
Gelo ezê çend salên din bijîm?
Gelo ezê bikanim vegerim welêt ya na?
Dibê ez çi bikim û dest bi çi û kîjan karî bikim?
Dest bi xwendina kîjan kitêbê bikim?
Rojê çend saetan bixwînim û çend saetan binivîsim?
Halê kurdên Kurdistana bakur ewê çawa be, ev rewşa malkambax ewê heta kînga dom bike?
Gelo li Kurdistana başûr Kurd ewê li hev werin û serxwebûna xwe îlan bikin û ezê Kurdistaneke serbixwe bibînim?
Li Kurdistana rojava rewşa kurdan, berxwedana wan ewê çi bi xwe ra bîne, kurd ewê çi bi dest xin?
Bi van pirs û xeyalan piştî saetek seyran ez vegeriyam mal û dîsa qahweyeke teze ji xwe çêkir û dû ra jî ev rêzên han nivîsî…
Însan meuxlûqatekî wisa ye zû întîbaqî şertan dike. Ezê jî hêdî hêdî fêrî van şertên nuh bibim û belkî jî jê pir hez bikim…
De hela ka ez binêrim jiyan, pêşeroj çi surprîzan pêşkêşî min dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE