16 september 2016

Weleh min nizanîbû hewqas zulm li min kirine



Mêrikê gundî çû bajêr ji bo ku li başçawîş û cendirmên qereqola gund gilî bike. Li qereqolê lêxistibûn, gelek zulm û nehqî lê kiribûn.
Çû ba erzûhalciyekî, derdê xwe ji serî heta dawî jê ra got. Wî çi got yê erzûhalcî nivîsî.
Erzûhalcî piştî nivîs qedand kaxet ji daktîloyê derxist û tiştê nivîsîbû jê ra xwend, tercume kir.
Gava erzûhalcî gilînameya(erzûhala)wî jê ra xwend, mêrik dest bi girî kir, kûr, kûr giriya…
Erzûhalcî matmayî ma, got:
-Ez xulam, te çi got min ew nivîsî. De îca tu çima digrî?
Yê gundi kesereke kûr kişand û got:
-Bi Xwedê min nizanîbû hewqas zulm li min kirine, hewqas tişt anîne serê min, min nuh fêmm kir. Lema jî ez li hale xwe digrîm…
Wek vê meselê, bi xwedê kurdan hîn fêm nekirine dewleta tirk çi anîye serê wan.
Dibê erzûhalciyek gilînameyekê binivîse û dû ra ji kurdan ra bixwîne. Wê demê ewê fêm bikin dewleta tirk ya faşîst çi aniye serê wan…

XXX
Bêhêvî nebin, Kurdistan ewê çê be
Emerîkayê jî û Ewrûpayê jî êdî baş fam kirine heta kurd jî wek ereb, tirk û frisan nebin xwedî dewlet li herêmê rehetî, îstîkrar û aştî ne mimkûn e. Sed salên borî îspata vê yekê ye.
Bindestiya kurdan berdewamiya şer û tevliheviyê ye. Kurdên bindest ewê tu carî nehêlin tirk, ereb û faris wek mîran bijîn.
Emerîkayê ev fam kiriye, lê tirkan hîn fam nekiriye. Lê ewê jî fam bikn, mecbûr in fam bikin.
Lema li Sûriyê jî kurd ewê wek kurdên başûr bibin xwedî federasyon. Kes nikane kurdan wek berê bindest bihêle.
Emerîka ewê kurdan mecbûrî yekîtiyê bike. Di pêşerojê da Kurdistana başûr û rojava ewê bibin yek û dû ra jî ewê perçên din tevê bibin.
Bêhêvî nebin, dujminatiya hev nekin, Kurdistan ewê çê be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE