02 oktober 2016

AKP dibêje ancax ew kanin nehêlin dewleteke kurd ava bibe




Parlamenterê AKPê yê Stenbolê û yek ji aqilmendên Erdogan Prof. Burhan Kûzû gotiye:
”Heger darbeya 15ê Temûzê bi ser ketiba plana avakirina dewleta kurd amade bû.”
Kûzû, ji rojnameya Sozcu ra gotiye, ”Ez eşkere dibêjim, tiliya Emerîkayê, Îngilistanê û Îsraîlê di darbeyê da hebû.”
Li gorî Kuzu, bi darbeyê armanca Emerîkayê ew bûye ku Tirkiyê jî bike koloniyeke wek Kenya yê. Ji xwe li Rojhilat plana dewleta kurd amade bû.”
Wek tê dîtin li gorî Kûzû, heger darbeya 15ê Temûzê bi ser keta, leşkeran ewê dewleteke kurd ava bikirana û plana wê jî berê hazir bûye.
Ne Burhan Kûzû tenê, Erdogan û hemû AKPyî jî vê derewa bi boçik gav û saetê dubare dikin.
Bêguman ev vireke ji serê Kûzû mezintir e. Kûzû, Erdogan û AKP bi zanetî vê virê û vira eşîrên kurd haziriya darbeyeke nuh dikin di nava gel da belav dikin, ji bo ku kurdan, serokeşîran bitirsînin û bêtir bi xwe ve û bi dewletê ve girê bidin.
Ji bo ku serokeşîr bitirsin û xwe bêtir bavêjin dexlê dewletê û bibêjin em li dijî PKKê ne û bi ruh û can bi we ra ne.
Sebebê vê vira Kûzû û vira eşîrên kurd haziriya darbeyeke nuh dikin ev e.
Eşîrên kurd newêrin li hemberî çawîşekî qereqola xwe rabin, îcar ewê piştgiriyê bidin darbeyê…
Ev îdîa û îdîa leşkeran ewê dewleteke kurd ava bikirana riyakariyeke mezin e, virke Erdogan ya şerê psîkolojîk li hemberî kurda ye.
Lê bi vê beyana Bûrhan Kûzû, meriv fêm dike ku AKP çuqasî li dijî dewletbûna kurda ye.
Him jî ne li Tirkiyê tenê, li Iraqê û Sûriyê jî ew li dij in ku kurd bibin xwedî dewlet.
Û ji bo wê yekê jî bi hezaran leşkerên xwe şandine Kurdistana Sûriyê û Îraqê ji bo ku di rojên pêş da kanibin li hemberî serxwebûna kurdan tiştkî bikin.
Û ji xwe dibêjin em ji Sûriyê dernakevin heta ku tahlûkeya li hemberî me ji ortê rabe.
Tahlûka li hemberî wan jî kurd in, hebûna PYDêl ye. Yanî dibêjin heta PYD neyê têkbirin em ji Sûriyê paşda venakişin.
Ev yek ji bo Îraqê jî wiha ye. Wa ye dibêjin hin leşkerên nuh şandine Mûsilê. Kurd ji xwe dengê xwe nakin, tirkan dostê xwe dibînin û ereb jî bênamûs in, newêrin tiştekî bikin. Ya na dibê heta nuha Îraqê û Sûriyê li hemberî îşxala Tirkyê tiştek bikirana. Lê newêrin tiştekî bikin. Û lema jî tirk dilê wan ku derê bixwaze diçin îşxal dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE