20 oktober 2016

Bi êrîşa ser YPGê û kurdan Tirkiyê plana xwe ya B xist praktîkê



Ji do da ye balafirên Tirkiyê li Efrînê û li bakurê Helebê gundên kurdan û hêzên YPGê bombebaran dikin.
Medya tirk qala 200 kuştî dike. Lê vir e, li hemberî kurdan giranî dane şerê psîkolojîk.
Lê êrîş rast e û PYD jî êrîşî piştrast dike.
Erdogan di axaftina xwe ya do da gotibû ewê êrîşî ”terorîstan” bikin. Çend roj berê jî qala plana B û C kiribû.
Di nivîsa xwe ya do da û ya çend roj berê da jî min got plana B jî û ya C jî êrîşa ser kurda ye, ewê êrîşî YPGê û PKKê bikin.
Plana Erdogan ya B ev e, êrîşkirina ser hêzên YPGê ye.
Tirkiye ewê van êrîşên xwe bidomîne.
Ji ber ku ji Rûsyayê destûr girtiye.
Bêyî destûra Rûsyayê ne mimkûn e biwêribe bi balafiran derbasî Sûriyê bikin û li hêzên kurdan xin.
Di vir da ”okej”a Sûriyê jî heye.
Rûs ev ne cara pêşî ye bi kurdan ra bêbextiyê dikin.
Ji serîhildana Şêx Seîd bigre, heta bi Komara Kurdistana Rojhilat(Mahabadê)gelek caran bi kurdan ra qeleşî û bêbextiyên wiha kirina.
Rûsya dewleteke pir bêbext e. Bi taybetî ji bo me kurdan xwedî sicîleke qirêj e…
Di dema Sovyetê da jî kurd firotin kemalîstan û hemû daxwazên kemalîstan yek bi yek xistin praktîkê.
Kurd li ser daxwaza Tirkiyê di şefekê da ji cî û warên wan rakirin û surgûnî Asya Navîn, çolên Kirgisîstanê, Ozbekîstanê, Tacîkîsta û Tirkmenîstanê kirin.
Li ser daxwaza kemalîstan Elîfbeya Latînî li kurdan yasax kirin.
Û nuha jî li Sûriyê ûjdanê xwe, bextê xwe difroşin tirkan û dîsa bi kurdan ji tirkan ra davêjin erdê.
Li hemberî van êrîşên Tirkiyê şêla Emerîka ewê çi be ez nizanim. Lê het anuha Emerîka tim Tirkiye frên kiriye. Li hemberî van êrîşan ewê çi bike û reaksiyoneke çawa nîşan bide di rojên pêş da ewê diyar bibe.
Lê heger di êrîşên xwe da bi israr bin ez bawer nakim Emerîka kanibe Tirkiyê bisekinîne. Tirştê herî baş alîkariyê bide kurdan.
Wek min got ev êrîşa ser hêzên YPGê plana Erdogan ya B ye.
Lê plana Ce jî heye.
Plana C jî ez dibêjim bi êrîşên ser Qendîlê ra, êrîşa ser gundên kurdên başûr û ser hêzên pêşmerge ye.
Yanî pir ne dûr e Tirkiye bi bahaneyekê, bi balafiran hêzên pêşmerge jî bombebaran bike.
Axir ji bo ku nehêlin kurd li Mûsilê bibin xwedî desthilat û serxwebûna xwe îlan nekin , ji bo ku kurdan zeîv bixin û daxwazên xwe bi Emerîkayê bidin qebûlkirin ewê her rêyê biceribînin, her dînîtiyê bikin.

XXX
Xwarina tûj şîrîn e, gotina tûj birîn e.
Lê hinek kes jî gotina tûj heq dikin, ji bo ku di dilê wan da bibe birîn.

XXX


Kurdê hîn jî bibêje Tirkiyê li hemberî kurdan piştgiriya Daîşê nekiriye kurdekî cahş e, neyarê qewmê xwe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE