15 oktober 2016

Çima Tirkiye hîn jî mitefikê Daîşê ye?


Medeyaya tirk dibêje leşkerên tirk li Sûriyê êrîşî Daîşê kirine û zirareke mezin dana Daîşê.
Bêguman ev vireke ji bo xapandina bîr û raya giştî ye, ji bo ku bi derewan xwe li dijî Daîşê nîşan bidin û bi zor tevî operasyona Mûsilê bibin.
Lema  derewên wiha belav dikin.
Tirkiye hîn jî mitefik û sponsorê Daîşê yê herî muhîm e.
Tirkiye êrîşî Daîşê nake û tu sebeb jî tuneye li dijî Daîşê be.
Lê gelek sebeb hene ku Tirkiye sponsorê Daîşê be.
Çima ne mimkûn e Tirkiye şerê Daîşê bike ?
Ji ber ku Tirkiye li dijî kê û dost û mitifekê ye, Daîş jî dijmin û mitifikê wan dewletan û wan hêzan e.
Ez çend numûneyan bidim.
Tirkiye şerê PYDê û YPGê dike.
Daîş şerê wan dike.
Tikiye li dijî PKKê ye.
Daîş jî li dijî PKKê ye.
Tirkiye li dij e ku kurd li Sûriyê ji bin destiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.
Daîş li dij e û ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf şerekî giran li hemberî kurdn dike.
Tirkiye li dijî rejîma Esed e û dixwaze Esed bixwîne.
Daîş jî li dij e û bi alîkariya Tirkiyê şerê Esed dike.
Tirkiye li dijî Îranê û Îraqê ye.
Daîş jî li dijî Îranê û Îraqê ye û di du cepheyan da şerê wan dike.
Tirkiye li dijî şîiyan e.
Daîş jî şerê şîiyan dike.
Tirkiye dostê Suûdî  û Qeterê ye.
Daîş jî dostê wan e û bi alîkariya wan şerê kurdan û Esed û şîiyan dikin.
Tirkiye li dijî Emerîkayê ye, her roj siyaseta Emerîka ya herêmê rexne dike.
Daîşê li dijî Emerîka ye.
Bi kinî Tirkiye li dijî kê ye, şerê kê dike, Daîş jî li dij e û şerê wan dike.
Tirkiye dost û mitefikê kê ye, Daîş jî wek Tirkiyê dostê wan e û ji wan alîkaitiyê digre.
Îcar ji bo ku Tirkiye bi hêzeke wiha ra nebe mitefik dibê dîn be. Lema jî Tirkiye ne li dijî Daîşê ye, Daîş hêzeke mitefikê Tirkiyê ye û li gorî berjewendiyên Tirkiyê hereket dike.
Tirkiye ket Sûriyê ji bo ku Daîşê ji destê YPGê, ji îmhayê xelas bike û rê li pêşdeçûna kurdan bigre.
Yanî tiştê Daîşê bi şerê du salan nikanîbû bikira, Tirkiye nuha dixwaze bi Daîşê ra bike û Kurdistanê ji destê kurdan derxe.
Çeteyên Daîşê li Sûriyê nuha bi navên din bi Tirkiyê ra şerê kurdan dikin. Tirkiyê bi vê îşxala xwe ji Daîşê ra bû şemsiye.
XXX
PKK li Kurdistana başûr hebe jî tunebe jî Tirkiye xwediyê eynî siyaseta antî-kurd e. PKK tenê bahane ye.
Tirk ne li dijî PKKê ne, ew li dijî serxwebûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ne. Ji viya ditirsin, dixwazin pêrgiyê li viya bigrin.
Erdogan û tirk her roj vê tirsa xwe û vê dijayetiya xwe dibêjin, eşkere dikin.
Ew dibêjin ewê nehêlin "Bakurê Sûriyê " çê bibe.
Yanî ew li dijî Kurdistana Federe ne jî û ewê nehêlin li Sûriyê jî eynî tişt çê bibe. Dibê em viya fêm bikin, bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE