16 oktober 2016

Tirkiyê çima çavê xwe berra Mûsilê daye?



Daxwaza tirkan ya girtina Mûsilê ne ya îro ye, ji berê da heye. Her cara li herêmê tevlihevî çê dibe tirk çavên xwe bera Mûsilê didin û dest bi minaqeşeyên paşdagirtina wê dikin.
Ji ber çi, çima tirk dixwazin Mûsilê bigrin?
Çima ne bajarekî din, çima Mûsil?
Bi kinî, tirk dibêjin ji ber ku Mûsil berê di nava sînorên dewleta Osmanî da bû, yanî wek Edenê ew jî bajarekî tirkan bû.
Lê bi Peymana Lozanê Îngilistanê bi zor ji me stend. Wê demê em zeîf bûn, me nikanîbû bi îngilîzan, lema jî me Mûsil da wan û Îraqê.
Lema jî ”mafekî me yê dîrokî” li ser Mûsilê heye.
Angorî vî mafê dîrokî Tirkiye îro kane Mûsilê ji Îraqê bixwaze ya jî îşxal bike.
Kêm zêde argumenta Tirkiyê ya li ser Mûsilê ev e, hebûna ”mafên dîrokî” !
Berê bajarê me bû…
Heger pîvan ev be, wê demê Atîna jî, Belgrad jî, Zagrep jî, Tîran jî, Sofya jî, Şam jî, Bexda jî, Trîpolî û gelek bajarên din jî wek Mûsilê demakê bajarên dewleta Osman bûn, di bin îşxala osmaniyan da bûn...
Çima Tirkiye van bajaran jî wek Mûsilê naxwaze?
Heger pîvan ”mafê tarîxî” be, dibê Tirkiye ne Mûsilê tenê, Bexdayê, Şamê, Tîranê û hemû bajarên dewleta Osmanê yên din jî bixwaze.
Çima Mûsil tenê?
Û Mûsil jî ne bajarê Mûsilê yê îro tenê ye, ji Silêmaniyê bigre heta bi Kerkûkê, Hewlêrê, Zaxo, Dihokê, yanî hemû Kurdistana başûr digre nava xwe.
Sebebê ku Tirkiye Tîran û Bexdayê naxwaze, lê Mûsilê dixwaze kurd in, Tirkiye her miletî, her welatî qebûl dike, tenê kurdan û Kurdistanê qebûl nake.
Ji bo ku di pêşerojê da Kurdistan çênebe û ya heye jî were perçekirin çavê xwe berdaye erdê kurdan.
Tirkiye dixwaze bingeha Kurdistanê, bingeha avabûna dewleteke kurd ji ortê rake, bi kêmanî pir teng û biçûk bike.
Sebeb ev e. Sebeb neyartiya miletê kurd e.
Û gava Erdogan, Bînalî Yildirim di meclîsê da dibêjin ji ber ku wan hîşt li başûr ”Bakurê Îraqê” çê bibe, wan şaşî kir, lê ”li Sûriyê ewê vê şaşiyê dubare nekin”, hemû çahş û bêxîretên kurdên di nava AKPê da ji wan ra li çepikan dixin, dibêjin her bijî !

XXX


Medyaya tirk bi derewan qala şerê Tirkiyê û Daîşê û êrîşa tirkan ser Dabiqê dike. Ne hewcî şer e, Erdogan kane bi yek emrî Daîşê ji Dabiqê derxe. Wek ku ji Cerablûsê derxistin. Li Cerablûsê jî fermandar Erdogan emir da û Daîş vekişiya.
Bêyî ku leşkerekî tirk were kuştin ya jî birîndar bibe, bêyî ku yek Daîşî were kuştin ya jî birîndar bibe, Tirkiyê Cerablûs girt.
Tirkiye eynî tiştî kane li Dabiqê û li her dera Sûriyê jî bike, ne hewceyî şer e, emrê Erdogan tenê têrê dike.
Belkî jî sibe, dusibe bibêjin me Dabiq ji Daîşê girt. Ev jî mimkûn e.
Çimkî bi Daîşûê êdî nikanin bigihîjin armanca xwe, Ji ber vê jî kanin Dabiqê ji çeteyên xwe dewr û teslîm bigrin.,
Lema jî şerê bi Daîşê ra vir e, lê plana îşxala Dabiqê rast e. Ji bo ku di nabêna kurdan da bendekê çêkin, nehêlin Efrîn û Kobanê bigihîjin hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE