22 oktober 2016

Di herdu êrîşan da jî tiliya Tirkiyê heye




Êrîşa Daîşê ser Kerkûkê ya do êrîşeke pir mezn e, plana girtina bajarê Kerkûkê ye.
Di eynî rojê da balafireke şer ya kes nizane balafira kê ye, li Kerkûkê li Germiyan hin der û dor bombebaran kiriye.

Di êrîşê da 3 pêşmerge şehîd ketine û gelek jî birîndar bûne.
Erdogan çend roj berê got heger nehêlin Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe, ewê plana xwe ya B û ya C têxin dewrê.
Wê rojê jî min min got û nuha jî dibêjim, plana Erdogan ya B êrîşî ser hêzên YPGê û plana C jî êrîşî ser kurdên başûr û ser pêşmerge ye.
Lema jî di êrîşa balafirê da jî û di ya nava Kerkûkê da jî tiliya Tikriyê heye, balafir ya Tirkiyê ye.
Erdogan êdî vekirî Kerkûkê û Mûsilê paş da dixwaze, dibêje berê vana bajarên me bûn.
Dibê kurd van beyanên Erdogan bi henek negrin, Erdogan li dû hin erdê din e.
Lema jî bêyî Tirkiyê kes hêzên pêşmerge û herêma Germiyan bombebaran nake.
Ji xwe qumandarê cepjeya Kerkûkê Westa Resûl jî do di Radionawa da edres Tirkiye nîşan daye, gotiye şikan wan Tirkiye ye.
Di êrîşa ser nava Kerkûkê da jî bi îhtîmaleke mezin tiliye Tirkiyê heye, terorîstan ji tirkmen û erebên zilamên Tirkiyê alîkarî girtine...
Bêyî destik û alîkarî êrîşeke hewqasî mezin ne mimkûn e. Ne Tirkiye tenê, Îraq jî ji bo ku kurdan ji Kerkûkê derxe li fersendtekê digere. Yanî kane iliya Bexdayê jî bi hawakî di vê êrîşê da hebe. Dibê kurd li ser hemû îhtîlan rawestin.
Tirkiye ji nuha û pê da ewê êrîşên wiha bide kirin. Çimkî li Mûsilê, li Sûriyê cî li Daîşê teng dibe, Daîş gav bi gav tê paqijkirin, serketina li Îraqê pir nêz e.
Têkçûna Daîşê plan û hesabên Tirkiyê yên li Sûriyê û li Îraqê serobinî hev dike. Lema jî wek Erdogan got, ewê plana B û C têxin dewrê.
Û ew jî êrîşên wiha ne, ewê bi Daîşê întîxarên wiha bidin kirin û bixwazin bi vê rêyê daxwazên xwe bi Emerîka û bi Îraqê bidin qebûlkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE