07 oktober 2016

Di minaqeşeyên telewîzyonan da psîkolojiya kurdan psîkolojiya girtiyê li qereqola polîsan e

Di minaqeşeyên telewîzyonan da psîkolojiya kurdan psîkolojiya girtiyê li qereqola polîsan e, tirk polîs in û ew jî girtî ne.
Di telewîzyonan da kurdên bi tirkan ra minaqaşe dikin tu carî nikanin, newêrin wek tirkan azad û rehet hereket bikin.
Di minaqeşeyan da psîkolojiya kurdan psîkolojiya girtiyê li qereqola polîsan e, tirk polîs in û ew jî girtî ne.
Lema jî tu carî nikanin fikrên xwe bi rengekî azad û bêtirs bibêjin.
Tim bi hurmet, bi îhtîyat, bi temkîn, bi sansor dipeyivin, ya dilê xwe, fikrê xwe yê rastîn newêrin bibêjin.
Meriv viya pir rehet dibîne.
Meriv şexsan nas neke jî lê di minaqeşeyê da meriv tê derdixe, texmîn dike kî kurd e û kî tirk e.
Çimkî yê kurd tim tirsonek xuya dike…
Lê dîsa jî wek mahkûman beşdarî programên minaqaşeyan dibin.
Di minaqaşeyan da meriv pepûkî, rebenî û bindestiya wan ya li hemberî tirkan, ya li hemberî tirkê herî nezan, yê pênc pera nake jî pir rehet dibîne.
Meriv ji xwe hez bike, qîmeta xwe zanibe ji bo çend qurişên rezîl xwe naxe wî halî…
Lê kurd dikin, piranî dike…
Tirkan di mekteban da, li leşkeriyê, bi îdareya xwe, bi dewleta xwe zarokên kurd li hemberî zarokên tirk, kurd li hemberî tirkan qudûmşikestî kirine.
Lema jî yê kurd gotineke yekî tirk ya zêde, azardaneke wî hebekî normal dibîne, vê yekê dadiqultîne.
Lê li hemberî yekî kurd wiha ne pepûk e, dîk e û ebeden ji ber danaxwe.
Sebebê vê tirsê û psîkoloiya bindestiyê jî hebûna dewleta tirk e, kurd zane dewlet li pişta yê tirk e, sîstem ya tirk e, tirk xwediyê wê kanalê ye û ew jî bindest e…
Di CNN Turkê da piştî ku min bîstekê li Vahdetîn Înce temaşe kir ev hest bi min ra peyda bû....



XXX
Her însan tiştê layiqî xwe dike.
Hinek dibin kelemê di çavê dijminê xwe da û hinek jî dibin çaqo û şeşderba di destê dijmin da, hevkar û rêberên neyarên xwe.
Hinek di telewîzyonên tirkan da dibin berdevkên dijmin û neyarên gelê xwe û hinek jî di zindanan da, di mahkiman da, di qadên şer da, di micadela li hemberî dijmin da, di xebata ji bo kurd û Kurdistanê da dibin xebatkar û canfîdayên gelê xwe û qilçixê di rohniya neyar da.
Herdu serî jî kurd in, lê hinekan ruhê xwe û xîreta xwe ya însanî û netewî firotine dewleta tirk û hinekan jî zanîna xwe, malê xwe û canê xwe kirine xizmeta xîret û namûsê û li gorî îmkan û mecala xwe li hemberî bindestiyê micadeleyeke bi şeref didin..
Îro nebe jî sibe, dîrok ewê heqê xayinan jî û yên xweşmêr û kurdperweran jî bide…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE