06 oktober 2016

Dîwarî irqçîtiyê, faşîzmê, kîn û nefreta ji kurdan



Dewleta tirk ji bo ku têkiliyên kurdên Kurdistana rojava û bakur ji hev qut bike dîwarekî ji betonê 750 km dirêj çê dike.
Pir bi lez çê dikin, di demeke nêzîk da ewê biqedînin.
Gava ew der di destê dewleta Sûrî da bû hukûmeta AKPê tiştekî wiha nefikirî.
Çimkî ereb û Esed dostê Erdogan bûn.
Gava ew herêm ji destê dewleta Sûrî derket û ket destê qatilên Daîşê, dîsa jî tiştekî wiha nehat bîra hukûmeta AKPê.
Lê ji ber ku nuha ew herêm, Kobanê, Serê Kaniyê û ew xet bi piranî ketiye destê kurdan, lema dest bi lêkirina vî dîwarê sembola kîn û nefretê kirin.
Bi lêkirina vî dîwarê kîn û nefretê hukûmeta AKPê nîşan da ew çuqasî ji kurdan nefret dikin, ew çuqasî li dijî yekîtiya kurdan e.
Kurdan êdî ev rastî fam kirin, êdî her kurdê xwedî ûjdan, bi xîret û namûs dît ku dewleta tirk kurdan neyarê xwe dibîne. Ji bo ku kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet her xerabiyê dikin.
Lê çawa ku rojek hat û mayinên wan, têlên wan pere nekir, ewê rojeke were ev dîwarê Erdogan jî ewê pere neke.
Ev dîwar di dîrokê da ewê wek dîwarî rûreşiyê, wek dîwarî irqçîtiyê û faşîzmê, wek dîwarê kîn û nefreta li hemberî kurdan were binavkirin.
Ev tiştên Erdogan û dewleta tirk dikin perpitandina wan ya ji tirsê û ya dawî ye.
Ji kurdan him nefret dikin û him jî ditirsin.
Lê keftelefteke beyhûde ye, wek mayin û têlên wan, kurd ewê van dîwarên wan jî bihedimînin…

XXX


Ecêba giran û talankariya nedîtî !
Do polîsên Erdogan di dema weşanê da girtin ser IMC TVê û bi darê zorê deriyê wê mohr kirin û îro jî hemû malên wê dan TRTê.
Çawa dibe, ev çi huqûq e, çi welat e, çi edalet e?
Ev çapûlçîtî ye, talan e, eşqiyatî ye, şêlandin e...
Bi qasî xuya dike eceleya Erdogan heye, dixwaze kurdan baş bişêlîne. Di rojên pêş da ewê hemû komel û partiyên kurdan jî bigrin.
Ez dibêjim ewê TRT6ê jî bigrin. Çimkî wê jî êdî wezîfa xwe temam kir.
Li gel ku bêyî hin programên muzîkê TRT6 bûye hêlîna faşîstan û kesên antî-kurd jî ez dibêjim belkî bigrin.
Çimkî êdî tehamulî tu tiştekî kurdan û kurdî nakin.
Lê hêvî dikim ev talan ji xwediyên IMC TVê ra bibe ders û êdî fam bikin ku heta em kurd li welatê xwe nebin xwedî hukim, ne garantiya malê me û ne jî ya canê me heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE