02 oktober 2016

Du saliya PAKê pîroz be !



PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê), do êvarî du saliya xwe bi dost, heval û endamên xwe ra bi şahiyeke gelkî xweş pîroz kir.
Xwedêjêraziyan şahî li dereke wer pîroz kirin ji bo ku tenê kesên xwedî erebe kanibin herin, yanî kesên wek min tim peya nikanibin biçin…
Lê Xwedê kesî bê dost û bê heval neke, mala Elî Coşar hezar carî ava be, camêr got ez qebûl nakim kalekî wek te peyatî têkeve riyan, ezê werim we bibim.
Û bi Xwedê camêr bi wê ereba xwe ya qerase ya nêçîrê, çiyan û daristanan het ez û Hêvî xanim ji mal hilda û dû ra jî em paş da anîn, danî ber deriyê me.
Yanî di çûyin û hatinê da me zahmetî nekişand.
Şeveke xweş bû, gelek nas û dost hatibûn, me gelek kes dît û li ser niga sohbet kir.
Artîstê me yê nuh yê bi nav û deng Enwer Karahan jî ji welêt vegeriya bû û hatibû şevê. Em bi hev ra rûniştin û me sohbet xweş kir.
Bala gelek kesan li masa me bû, berê min got belkî yê meşhûr ez im, xelk li min dinêre.
Kî derbas dibû, bi taybetî jî xanimên ji Kurdistana başûr û rojava bala xwe didan masa me û dimizicîn.
Hindik mabû min ji xanimê ra bigota, bala xwe bidê ez çuqasî meşhûr im, her kes li min dinêre .
Lê dû ra gava xanimek dageriya ser masa me û ji Enwer ra got ma tu ne filan kes î û çi hat serê lawê te ?, min hîn nuh fêm kir ku xelkê ne li min, li artîstê li hemberî min mêze kiriye.
Wiha ye, hevaltiya bi meşhûran ra mişt surprîz in.
Wek min got şeveke xweş bû, gelek kes hatibûn, me gelek dost û heval dîtin. Wek mîran çûn û hatin.
Ez PAKê û hevalên ev şeva pîrozbahiyê amade kiribûn ji dil û can pîroz dikim û di kar û barê wan yê netewî da ji wan ra serketinê dixwazim



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE