27 oktober 2016

Erdogan dibêje ewê nenûkên kurdan bikşîne !



Erdogan nuha jî kurdan bi nenûkkişandinê tehdît dike. Mêrik di axaftina xwe ya do da wek sadîstekî gotiye ”kî li hemberî me destê xwe bilind bike, emê texsîr nekin nenûkên wan bikşînin.”
Bi ”kî” helbet qesta Erdogan kurd in, dibêje heger kurd teslîm nebin û mucadela xwe ya ji bo azadiyê bidomînin, emê nenûkên wan bikşînin.
Weleh ji xwe heta nuha tiştê nekirine ev e; serî jê kirine, guh jêkirine, çav derxistine, bi sedan însan saxsax di zêrzemiyan(bodruman)da şewitandine.
Tiştê kêm, kişandina nenûkan bû, wa ye xwediyê Tirkiyê û bavê panturkîzmê yê nuh Recep Tayyip Erdoganê nenûkkêş, ji muxtaran ra gotiye kî li hemberî wî rabe ”ewê texsîr nekin nenûkên wan bikşînin.”
Bi baweriya min mimkûn e, ji faşîst û nazîstan, ji merivên sadîst her tişt tê, ji bo ku ji kursiya xwe nebe ewê nenûkên kurdan jî bide kişandin…

XXX
Îro ji sedî 99ê tirkan li hemberî kurdan bûne Devlet Bahçeliyê faşîst..
Dîtina serokê MHPê Develet Bahçeliyê faşîst ya ji bo çareseriya mesela kurd her kes zane zor e, şîdet e, girtin û kuştin e.
Li gorî dîtina Bhçelî, dibê li Kurdistanê kevir li ser kevir û serî bi laşan ve nemîne.
AKP nuha li Kurdistanê tam vê siyaseta MHPê dimeşîne; zor, teror, girtin û kuştin.
Girtina siyasetmedaran, serokên belediyan û îşxala belediyên di destê kurdan da.
Yanî erê MHP ne li ser hukim e, lê fikrê wê li ser hukim e, tiştê Bahçelî di îktîdara xwe da ewê bikira, Erdogan deh qatî wê dike.
Û lema jî Bahçelî wek paşmêrekî li pişt Erdogan e.
Bi baweriya min kî çi bibêje jî Erdogan(ez nabêjim hukûmet, ji ber ku hukûmet mukûmet tuneye, Tirkiye Erdgoan e)ewê guh nedê, ewê vê terora li hemberî kurdan bidomîne.
Di rojên pêş da ewê gelek parlamenter, Demirtaş jî di nav da, bi zor bibin mahkimê û hinekan tewqîf jî bikin.
Yanî Erdogan vê teror û êrîşa irqçî û faşîzan ya li hemberî kurdan him li Tirkiyê û him jî li Kurdistana başûr û rojava ewê bi hemû hêza xwe bidomîne.
Ez bawer nakim ji derve, ji alî Emerîka û Ewrûpayê ve reaksiyoneke cidî were.
Erê ewê bi devkî rexne bikin, bibêjin vana kirinên antîdemokratîk in, ”em bûyeran taqîp dikin”, filan û bîvan, lê ewê di gotinê da bimîne.
Ji ber ku Erdogan bi qarta mahciran Ewrûpa û bi Daîşê jî Emerîka êsîr girtiye, dibêje heger hûn zêde min nerehet bikin ezê bi milyonan koçber rêkim ser Ewrûpa û ezê çeteyên xwe yê Daîşê hartir bikim, bêtir bera canê we bidim.
Lema jî Emerîka û Ewrûpa naçin ser Tirkiyê, rewşê îdare dikin. Erdogan viya baş zane, lema jî mêrik her roj wek dîkan dixwîne, dibêje ”kî li hemberî min destê xwe rake ke ezê nenûkên wan bikşînim.”
Tiştê kurd bikin yekîtî û liberxwedan e, dibê Erdogan û civata tirk ya faşîst careke bibîne şîdet, teror, girtin û kuştina kurdan ne çareserî ye. Ev jî ewê wextê bigre…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE