12 oktober 2016

Erdogan dîsa got ewê nehêlin li Sûriyê kurd bibin xwedî dewlet



Xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk Recep Tayyip Erdogan, îro dîsa gotiye ewê nehêlin kurd li Sûriyê bi destê PYDê û YPGê bibin xwedî statuyeke kurdî.
Erdogan, di axaftina xwe ya dûr û dirêj da li ser şerê Sûriyê û Îraqê sekinîye piştgiriya Emerîka ya bi kurdan ra pir sert rexne kiriye û Clînton jî bi cahiliyê îtham kiriye. Û şela Tirkiyê ya antî-kurd dîsa dubera kiriye, gotiye:
“Heger nehêlin em li Sûriyê korîdoreke aram(herêmeke tampon) ava bikin helwesta me ewê pir tund be.”
Wek tê dîtin, di vê axaftina xwe da jî mêrik careke din gotiye ewê nehêlin PYD û YPG li Sûriyê ji kurdan ra mafekî netewî, statuyeke kurd(federasyon ya jî otonomîyê)bi dest xe.
Û heger Emerîka di vî warî da israr bike, heger nehêlin Tirkiye Kurdistana rojava îşxal bike û di nava kurdên rojava û bakur da herêmeke tampon ava bike, reaksiyona Tirkiyê ewê pir sert be, yanî ewê bi her kesî ra têkeve şer.
Neviyên nazî û faşîstên Kafkasan li serê me kurdan bûne bela, bûne xwîna kera reş, bûne teniya bi don…
Erdogan di eynî axaftina xwe da li ser Îraqê jî eynî dîtina xwe dubare kiriye, gotiye guhertina demografya Îraqê ”beka miletê me” yanî hebûna me, berdewamiya hebûna me dixe tahlûkê.
Eynî tiştî ji bo Sûriyê jî dibêjin.
Yanî li gorî tirkan heger kurd li Sûriyê û li Îraqê bibin xwedî dewlet, ev yek hebûna tirkan li dinyayê dixe tahlûkê.
Ev nexweşiyeke ji paranoyayê jî pir û pir mezintir e.
Lê em çi navî lêkin jî tirk ev in û di hemû tehdît û gefên xwe da cidî ne. Bi rastî jî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî mafekî herî biçûk jî çi harî, çi dînîtî ji destê wan were ewê bikin.
Dibê em viya baş bizanibin.
Kurdên hîn jî bi AKPê ra ne, hîn jî wezîr û parlamenterên AKPê ne piştgiryê didin van dîtinên Erdogan, ew jî şirîkê vê siyaseta AKPê ya irqçî û antî-kurd in.
Dibê kurd vê yekê vekirî ji wan kurdên zilamên dewleta tirk ra bibêjin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE