19 oktober 2016

Erdogan dîsa got min berdin !



Xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh Recep Tayyip Erdogan , di civîna xwe ya muxtaran ya 28a da îro dîsa guriya ye, dîsa agir bera erdê daye, dîsa her kes bêminet kiriye, dîsa gotina dawî ji Îraqê û  ji Emerîkayê ra gotiye, dîsa gotiye, ”li qusê nenêrin, ezê têkevim Îraqê û kes nikane min bigre” û gelek fortên din dane xwe…
Ji muxtaran ra gotiye, ”Ez li vir, li huzûra we îlan dikim, êdî emê herin ser meselan. Êdî emê li bende êrîşkirina terorîstan nemînin. Ev rêxistin li ku bin, li ku xwe veşartibin, emê herin li wir li hustuyê wan siwar bin…”
Wel wel, wel…
Berde binê te erd e…
Weleh tu çi gefan li kurdan bixwe jî, çi fortan bidî xwe jî kurd ji te natirsin. Hema çi ji destê te û dewleta te tê qet texîr nekin.
Û ji xwe jî hûn nakin…
Lê ev gotina Erdogan tê maneye ewê li Kurdistana başûr êrîşî PKKê û li rojava jî êrîşî PYDê bikin.
Bêminet in, bira bikin.
Ji xwe ev 33 sal in êrîş dikin.
Qe Planên wî B û C ev in…
Gava wan êrîş kir kurd jî ewê li ber xwe bidin.
Wekî din tu rê tuneye.
Çimkî îro dewleta tirk hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê daye.
Erdogan dibêje ji bo dewleta tirk bijî, dibê li vê dinyayê kurd nemînin.
Û ji xwe ev îdeolojia dewleta tirk ya resmî ye, ev îdeolojiya kemalîst a antî-kurd e.
Her hukûmet wek dîn, wek Xwedê îmanê bi vê îdeolojiya irqçî û ant-kurd tîne. Yanî ne tiştekî nuh e.
Lema jî li her derê, li başûr, li bakur, li rojava, li her derê tenê kurdan neyarên xwe dibînin û êrîşî kurdan dikin.
Îro li Tirkiyê ne meclîs heye, ne jî hukûmet.
Ne serokwezîr heye, ne jî wezîr.
Her kes li devê yek merivî dinêre, ew çi bibêje her kes dibêje “ewet efendim”, ser seran efendim..
Her kes di bin emrê Erdogan da ye.
Kes newêre dengê xwe bike, kes newêre bibêje êdî bes, te em ji guhan kirin…
Her roj çend civînan çê dike.
Her roj bi saetan dipeyive.
Hemû telewîzyon axaftinên wî zindî belav dikin.
Êdî efendî naçe deran, qey pê ra nagihîne.
Her kesî dibe ber nigê xwe û bi saetan şîretan li xelkê dike, dunyayê bêminet dike.
Bûye kûpê êqil, hema aqil belav dike…
Bûye dîkê qoqo, ji her kesî meydanê dixwaze…
Ev zalima ne diweste, ne zimanê wî diwerime û ne jî dengê wî dikeve, dipeyive û dipeyive, bi saetan nutqên vala, beradayî dide…
Lê dinya êdî guh nadê, êdî kes qurişekî xwe jî di gotinên wî nade.
Kes cidî nagre…
Lema jî ez dibêjim xwedê kir ku Erdogan îro serokê Tirkiyê ye, bi xêra vê retorîka wî  ya irqçî, pan-turkîst, antî –Emerîakn û mezhebî Tirkiye ji dinyayê îzole kiriye.
Li derve her kes bi çavê hevalbendê Daîşê, fînansorê cîhatçiyan li Tirkiyê dibêre...
Ewrûpa êdî Erdogan wek dîktatorekî pir tahlûke, agresîv û hevalê Daîşê dizane û dibîne.
Ev yek li kara kurda ye, tabî heger kurd zanibin feydeyê jê bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE