23 oktober 2016

Erdogan hevaltiya Tirkiyê ya bi El Nusra ra îtîraf kir



Pûtîn di telefonê da ji Erdogan xwestiye ew El Nusrayê ji Helebê derxin û Erdogan jî pêşniyara Pûtîn   kiriye û ji bo bicîanîna vê daxwaza Pûtîn emir daye hevalên xwe
Serokê Tirkiyê Erdogan ya ji ber nezaniya xwe ya jî ji ber stûriya xwe, hevkariya Tirkiyê ya bi El Nusrayê ra qebûl kiriye û gotiye:
”Do êvarî ez bi Pûtîn ra mesela Helebê peyivîm. Got piştî saet 22a ewê bomberdûmanê rawestînin. Ji bo ku El Nusra Helebê biterikîne ricayeke Pûtîn ji min bû. Min tiştê pêwîst tewsiyeyî hevalan kir. Li ser derketina ji Helebê me li hev kir.”
Îtîrafek, qebûlkirineke ji viya vekirîtir nabe.
Mêrik di 18ê mehê da telefonî Pûtîn kiriye, ji Pûtîn xwestiye balafirên Rûsyayê li Helebê li El Nusrayê nexin, dev ji bombebaranê berdin.
Pûtîn jî ev daxwaza wî qebûl kiriye.
Lê Pûtîn jî xwestiye Tirkiye El Nusrayê ji Helebê derxe û Erdogan jî ev ”rica” Pûtîn qebûl kiriye. Û ji bo bicîanîna vê daxwaza Pûtîn jî emir daye hevalên xwe, gotiye El Nusrayê ji Helbê derxin…
Ma îtîrafeke ji viya vekirîtir dibe?
Mêrik eşkere gotiye Pûtîn ji min xwest em El Nusrayê ji Helebê paş da vekşînin û min jî bo vê yekê emir da hevalan…
Ev, îtîrafa hevkariya bi hêzên terorîst ra ye. Çimkî El Nusra jî wek Daîşê ji alî Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Ewrûpayê ve wek rêxistineke terorîst hatiye îlankirin.


XXX
Dibêjin musîbeteke ji hezar nesîhetê baştir e, di her şerê da xêrek heye.
Belkî êrîşên Daîşê û neyartiya tirkan ya dûrî aqilan hestê yekîtiyê û kurdayetiyê bi kurdan ra xurt bike û wan bibe serxwebûnê.

XXX
Nûnerê Taybet ê Obama Brett McGurk, li ser hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê û bi Serok Barzanî ra gotiye,
”Me li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend civînên girîng û bi sûd pêk anîn, me behsa dabeşkirina Mûsilê li ser 8 nevçeyan kir.”
Li gorî medya kurdî dinivîse Brett McGurk, bi YNKê û grûbên din ra jî ewê hevdîtinan bike.
Bi qasî xuya dike kurd gav bi gav erdên xwe rizgar dikin û bi vî hawî di praktîkê da mada 140î bi cî tînin.
Bi kurtî li Îraqê û Kurdistanê tiştê muhîm dibin, munaqaşe û bazar li ser xerîteyên nuh tên kirin. Di vir da yekîtiya kurdan pir muhîm e. Hêvî dikim PDK, YNK û Goran hemû gelşên xwe yên siyasî, şexsî û hizbî bidin aliyekî û bi yekîtiyeke netewî derkevin hemberî dijminên xwe û bi tifaq li dora masê rûnin.
Ya na miletê kurd ewê zirareke mezin bibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE