12 oktober 2016

Erdogan ji Ebadî ra got: Tu ne di mistewa, qalîte û qirata min da yî


Serokkomarê Tirkiyê Erdogn, bi devê lumpenekî kolanên Kasimpaşaiyê heqaretên pir mezin li serokwezîrê Îraqê Ebadî kiriye û gotiye:
”Heqaretan li şexsê min dike. Ji xwe tu ne muxatabê min î, tu ne di mustewa min da yî. Tu ne di qirata min da yî, tu ne di qalîteya min da yî. Heta ji te tê ji Îraqê bike qîjewîj, ji bo me qet ne muhîm e, emê wek xwe bikin, dibê tu viya wisa bizanibî. Kî ye ev serokwezîrê Îraqê? Berê hedê xwe bizanibe. Di dema Davutoglu da me li ser daxwaza Îraqê li Başîkê kamp vekir. Nuha ji me ra dibêje ji vir vekşin. Artêşa Tirkiyê bi qasî ku ji we emir bigre qalîteya xwe wenda nekiriye. Çi hewce be, heta îro me çawa kir, ji îro pê da jî emê bikin…”
Li hemberî van gotinên Erdogan meriv matmayî dimîne.
Serokkomarê welatekî çawa kane bi ziman û termînolojiyeke hewqasî nizm, hewqasî lûmpen xîtabî serokwezîrê welatekî din bike?
Însanek, siyasetmedarek heger zêde ne zirzop, cahil, bêkultur û bêexlaq be, çawa kane xwe hewqasî muhîm û mezin bibîne û viya jî bibêje?
Lê dû ra ez fikirîm, min got bi Xwedê camêr rast gotiye.
Bi ra rastî ne Ebadî tenê, li dinyayê serokkomerakî di mustewa wî da, di qalîte û di qirata wî da tuneye.
Çimkî li tu welatî, tu milet yekî wek Erdogan nake serokkomarê xwe.
Ev rast e.
Ji zû da ye di heqê Erdogan da ez gihîştime qenaetekê û min ev yek çend caran jî nivîsî.
Bi baweriya min heta ku Erdogan li ser hukim be ne Titkiye û ne jî Kurdistan ji tevliheviyê, teşxeleyên mezin, şer û pevçûnan xelas nabe.
Û ne tenê xelas nabe, roj bi roj ewê xeabtir bibe…
Him li der û him jî li hundur Tirkiye ewê bi hinekan ra tim di nava şer û teşxeleyê da be, buhran û krîzên siyasî ewê tu carî xelas nebin; Tirkiye wek kelekek di nava pêlên deryayê da ewê tim vir da û wê da hêl be…


2016-10-11

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE