23 oktober 2016

Erdogan neyartiya xwe ya bi kurdan ra venaşêre



Xwediyê Tirkiyê, bavê tirkan yê nuh serokkomar Erdogan, do dîsa gotiye,
”ewê tu carî nehêlin li ser sînorê başûrê Tirkiyê herêmeke terorê ava bibe.”
Û ”Operasyona Cerablusê û girtina Dabiqê jî nîşan dide ku Enqere di vê siyaseta xwe da bi israr e.”
Erdogan li ser îşxala Babê jî gotiye:
“Nuha ji me ra dibêjin derbasî nav El-Babê nebin, lê em neçarin derbas bin. Em neçar in herêmê ji terorê paqij bikin.”
Wek hûn dibînin, gava îdara herêmê dikeve destê kurdan, dibe ”herêma terorê…”
Gava herêm, Kurdistana rojava di bin destê rejîma Esed da bû ne herêmeke terorê bû.
Dû ra gava hin der ketin bin destê Daîşê dîsa ne herêma terorê bû.
Du salan bi Daîşê ra cîrantiyeke pir baş derbas kirin, elektirîk dan Daîşê. Tîcareta wan bi Daîşê ra pir baş bû.
Lê roja kurdan terorîstên Daîşê ji welatê xwe derxistin, wek meriv pê li dêla kûçik ke, bahjînî bi Tirkiyê ket û got desthilata kurdan teror e, em qebûl nakin li ser sînorê me ”korîdoreke terorê ava bibe”!
Yanî desthilata Esed, Daîşê xweş e, normal e, lê ya kurdan teror e.
Neyartiyeke ji viya mezintir nabe.
Mêrik îktîdar û cîrantiya her kesî, heta ya Daîşê jî pê wek şîr û şekir e, tenê ya kurdan qebûl nake, tenê ji desthilata, ji dewleta, ji îktîdara kurdan ra dibêje ”herêma terorê”!
Serfermandarê terorîstên herî wahş, ji kurdên li hemberî van terorîstan şer dikin ra dibêje ”terorîst”!
Û hin kurd hîn jî hevaltiya Erdogan, AKPê û vê îktîdarê dikin.
Hîn jî tamereke namûs û xîretê di yekî jî hilnayê û ji Erdogan û Bînalî Yildirim ra nabêjin, lawo çima hûn hewqasî neyartiya kurdan dikin, hûn ji kurdan çi dixwazin?
Esas Erdogan ji cahşên kurd vê cesaretê digre û van gotina dike.
Heger cahşên kurd dev ji cahşîtiyê berdin û vê zulma Erdogan qebûl nekin, Erdogan nikane wiha bike.
Ji ber ku cahşên kurd dengê xwe nakin, Erdogan jî bêtir bêperwa dibe û bêtir neyartiya kurdan dike.
Sebebê vê yekê bêdengî û piştgiriya cahşên kurd e, ew jî piştgiriya vê siyaseta Erdogan dikin, ew jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet, ew jî ji kantonên kurdan û jî ji herêmên rizgarkirî ra dibêjin ”korîdora terorê…”
Lema jî dibê kurd van cahşan jî nas bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE