10 oktober 2016

”Erdoganû û Pûtîn dijmin teqandin” (!)



Ji ber ku rûniştina li kêlek Pûtîn bû nesîbê Erdogan, medyaya tirk ji kêfa wek dansozên Sûliquleyê baş diçelqîne.
Devê Erdogan û zilamên wî jî ji kêfan ji hev çûye.
Nuha ji xwe ra dibêjin:
-Ya Rebî şikir ji te ra te ev roj kir nesîbê me, te hîşt berî mirina xwe Pûtîn beg were Stenbolê û di nva me da rûne!
-Şirkir ji rahma û sena te ra !
-Şikir ji mezinahî û hikmetên te ra!
-Ya Rebî tu xefûr û rehîm î !
Medyaya tirk nivîsî ye:
”Erdogan û Pûtîn dijmin, rojava teqandin” !
Feqîrên Xwedê, çi reben in kuro…
Li dinyayê tirk bi cehalet û zirzopiya xwe pir bi nav û deng in,li Swêd gava tirkek irqçîtiyê, zirzopiyekê dike swêd xweş dibînin, dibêjin tirk e, wer mezin bûye, dibê meriv îdare bike…
Bi rastî jî tirk bi piranî û bi taybetî jî medya û siyasetmedarên wan pir cahil û sivik in, wek zarokan bi şekirekî qulpik ecêb şa dibin lê pir zû jî diazirin û kelogirî dibin.
Mesela nuha ji ber ku Pûtîn di nava wan da rûnişt û bi Erdogan ra çend risim kişand, tirk pir bextewar bûn, ji kêfa govend girtine. Dibêjin Erdogan û Pûtîn van rismên xwe rojava teqandin!
Lê sibe li sr beyaneke Pûtîn û rûsan, îcar kanin kelogirî bibin û porê xwe birûçikînin, bi nahpirûkan bi ruyê xwe kevin…
Û ji Pûtîn ra bibêjin, ”wey xayin, wey bêbext” !
Welhaslî kelam her tişt ji tirkan tê, çi bikin jî dibê meirv matmayînemîne; çimkî tirk in…

XXX


Serokwezîrê Erdogan Bînalî Yildirm, Bexda bêminet kiriye, gotiye ”bira kes şîretan li me neke û nutqên demokrasiyê ji me ra nexwînin…”
Çi axaftineke bi heybet û tirtire !
Camêr wek paşnavê xwe bi rastî jî ”Yildirm” e ha, yanî brûsk e, gava lêdixe keviran jî dihelîne, dişewitîne.
Mêrik her kesî bêminet dike, welatan îşxal dike û bi hîdet dibêje bira kes şîretan li me neke…
Yildirim ji Îbadî ra gotiye, ew ji Îraqê dernakevin, çimkî ew nikanin Îraqê îdare bikin.
Wê demê kî nikanibe welatê xwe baş îdare bike Tirkiye ewê here îşxal bike.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Yildirim efendî welatê xwe pir baş îdare dike.
Kuro welatê te jî wek Îraqê bûye dojeh, her kes ji ruhê xwe ditirse. Tu bi xwe jî bi şev rehet ranazê, rojê hûn bi sedan însanî digrin û ji kar davêjin.
Tu qala çi dikî Yildirm beg?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE