07 oktober 2016

Gava mirina bizinê tê nanê şivên dixwe

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, îro li ser hin pirsên rojnamevanan yên li ser leşkerên tirk yên li Başîkê gotiye:
”Beyana Bexdayê ya li ser Başîkê pir tahlûke ye û tahrîkkar dibînim. Hêzên me ewê li Îraqê bimînin. Hêzên 63 welatên biyanî li Iraqê hene, Îraq ji wan ra tiştekî nabêje, lê bela xwe di hêzên tirk dide, qala wan tenê dike. Ev jî nîşan dide ku nêta Bexdayê ne baş e.”
Hûn werin vî kerî di vî buhurî ra derbas kin kurro !
Zorbatî ev e, bi zor çûne ketine welatê xelkê, kesî ban wan nekiriye, kesî ji wan alîkarî nexwestiye. Û dibêjin çima filan dewlet hene, hûn ji wan ra tiştekî nabêjin lê hûn ji me ra dibêjin?
Kurro çi ji te ra?
Ew alîkariyê ji wan dixwazin lê ji we naxwazin.
Ma mecbûr in ban we jî bikin?
Kuro yên li wir hemû li ser daxwaza Îraqê li wir in, lê hûn bi dizî û îllegal çûne li wir bi cî bûne.
Hêzên li wir hemû di bin kontrola koalîsyona navnetewî û hukûmeta Îraqê da ne.
Lê hêzên we îllegal in, ne di nava koalîsyonê da ne, kes nizane li Îraqê çi dikin.
Îraq kîjan rojê ji hêzên koalîsyonê ra bibêje ji welatê me derkevin, ewê derkevin.
Lê ji we ra dibêjin hûn dernakevin.
Hêzên koalîsyonê çavên xwe bernedane erdê Kurdistanê û Îraqê. Lê we çavê xwe berdayê û hûn eşkere qala hin ”mafên tarîxî” dikin.
Hûn dibêjin gerek demografiya Îraqê û herêmê neguhere.
Hên din tiştekî wiha nabêjin.
Em ferz bikin ku hûn li ser daxwaza Îraqê û bi rastî jî ji bo alîkariyê hûn çûn wir Başîkê.
Baş e nuha hukûmeta Îraqê dibêje mala we ava û welatê me terk bikin.
Lê hûn terk nakin, hûn dibêjin em dernakevin.
Ev îşxal e.
Ez ji we ra bibêjim, hûn li bela xwe digerin, hûn duxrin, mahcirên Kafkas û Balkanan, hûn bitir bûne.
Rehetiyê û halxweşiyê hûn aşûnî kirin.
Bes stûrî ji gayê sor ra nema û ewê ji we ra jî nemîne.
Çimkî irqçîtiyê hûn har kirine, ji ber ku we hinek çek û cebilxane di destê xwe da dîtiye û destê we hatiye ber devê we û bitir bûne.
Hûn Îraqê û Sûriyê û kurdan zeîf dibînin û lema jî we çavê xwe bera erdên wan daye.
Lê heger hûn dev ji vî aqilî û van planên tahlûke bernedin, tiştê hat serê Îttîhatçiyan ewê were serê we jî, ev hêlîna di destê we da meya hûnê wê jî wenda bikin.
Ji in gotin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE