18 oktober 2016

Gava tirk dibînin nikanin bi kurdan dev li kevir û daran dikin

Gava berpirsiyarên Tirkiyê dibînin gotina kurdan ji ya wan bêtir pere dike xwe perçe dikin, porê xwe dirûçikînin.
Gava tirk dibînin çi dikin jî nikanin bi kurdan dev li kevir û daran dikin.
Lê ev jî pere nake. Tenê psîkolojiya wan xera dike.
Tirkiye ne di nava operasyona Mûsilê da ye.
Ev yek bi tirkan pir zor tê, wan dîn û har dike.
Gava berpirsiyarên Tirkiyê dibînin giraniya kurdan ji ya wan bêtir e, gotina kurdan ji ya wan bêtir pere dike xwe perçe dikin, porê xwe dirûçikînin.
Mucadele û diristiya kurdan ya bi mitefikên xwe ra sextekarî, fêlbazî û durûtiya tirkan derxist ortê û ew mat kirin.
Tirkiye ne ku dixwaze alîkariya Îraqê bike, dixwaze di parkirina Mûsilê ya pêşerojê da ew jî bêpar nemînin.
Û heger bikanibin dixwazin li Mûsilê rola kurdan û para kurdan jî kêm bikin.
Tirkiye bi çavê berateyê li Mûsilê dinêre.
Wek qijik dixwazin ew jî çend hestî û hinek hûrik mûrikên ji ber ber baz û şêran bi dest xin…
Berpirsiyarên Tirkiyê gav û saetê beyanên li dijî hev û vir didin, virên bi boçik û dezînformasyonê belav dikin.
Ji ber ku nêta Tirkiyê xerab e û li pey parkirineke nuh e Îraqê nehîşt Tirkiye tevî operasyonê bibe.
Emerîkayê jî piştgirî da Bexdayî û ji tirkên sextekar ra got li ciyê xwe rûnin.
Nuha tirk xwe pir bêçare his dikin. Di destê wan da tenê derew mane, gav û saetê beyanên vir belav dikin.
Bexda zane Îşxala Mûsilê plana Tirkiyê û Nuceyfî bû.
Nuha jî bi dîlbaziyeke mezin dixwazin xwe li dijî çeteyên xwe nîşan bidin.
Lê kes bi vê vira wan naxape, ereb zanin tirkan çi aniye serê wan û nuha jî li pey çi ne…
Heger li başûr serokên kurdan bi tifaq û jîr bin piştî azadkirina Mûsilê pozîsyona kurdan ewê gelkî xurtbibe û bingehê Kurdistana serbixwe jî gelkî saxlemtir.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE