17 oktober 2016

Hîn nêçîr nebûye li ser post ketine gewriya hev

Hin kurd ji nuha da dibêjin ew li dijî Kurdistaneke laîq(sekuler) in û hin kurd jî dibêjin ew li dijî Kurdistaneke îslamî ne.
Weleh ji bo min ya muhîm çêbûna Kurdistanê ye, kî çê dike bira çê ke, dixwaze bira komunîst ya jî îslamî çêkin, ji bo min qet ferq nake.
Kî Kurdistanê çê ke ezê piştgriya wan bikim.
Çimkî tu kes, tu îktîdar, tu rejîm ne ebedî ye. Swêd jî dema ava bû ne wiha bû, wan jî serî difirandin, pîrek dişewitandin û ne laîk bûn.
Kurdê bibêje heger Kurdistan laîk be ez naxwazim û yê laîk jî bibêje heger Kurdistan îslamî be ez nazwazim, bi baweriya min ew hîç Kurdistanekê jî naxwazin.
Hîn nêçîr nebûye kurdên me li ser postê nêçîrê li hev nakin, ketine gewriya hev.
XXX
Camêrekî gotiye, ”berê pera qezenc bike, qudret û îtîbar dû ra tê.”
Gelî biran, dibê berê em ji bindestiyê xelas bibin, wek xelk û almê bibin xwedî dewlet.
Demokrasî, şiklê û dûzana dewletê, civateke adil, wekhevî û gelek tiştên din dû ra tên…


XXX
Sebir hunerê hêvîkirinê ye.
Ji bo ku em ji bindestiya xelkê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe û wek cîranên xwe em jî bibin xwedî dewlet, me pir pa,
pir li ber xwe da,
pir can û mal da,
me bi qasî Hz. Eyûbê kurmaxwarî sebir kir.
Hêvî dikim êdî ew roj hatibe û hêzên me yekîtiya xwe çêkin û kurd jî bigihîjin mirazê xwe; yanî dewleta xwe ya netewî ava bikin.
Ji bo ku kurd wê rojê nebînin tirk bi rast û çepên xwe ve, bi faşîst û sosyaldemokrat û îslamiyên xwe ve xwe perçe dikin.
Hemû derdê wan kurd li başûr, li rojava nebin xwedî dewlet û Mûsil nebe ya kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE