08 oktober 2016

Ji 5 partiyên Kurdistana başûr beyaneke dîrokî !


Ji 5 partiyên kurd beyaneke li dijî leşkerên tirk yên li Başîkê û Kurdistanê
5 partiyên parlamentoya Kurdistana Federe îro li ser hebûna leşkerên tirk li Başîqê û li Kurdistanê bi hev ra beyanek belav kirin û gotin hebûna leşkerên tirk li Başîkê û li herêma Kurdistanê deryasayî ye û li dijî qanûna bingehîn e.
Her pênc partiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Kominîst a Kurdistanê û Partiya Tevgara Îslamî (Bizutnewe)bi beyaneke mişterek, hebûna leşkerên tirk li Başîqayê û li herêma Kurdistanê protesto kirin û xwestin û xwestin Tirkiye tavilê leşkerên xwe paş da vekişîne.
Di daxuyaniya her 5 partiyan da tê gotin ku hebûna leşkerên tirk li Başîkî û li Kurdistanê ne yasayî ye û biryara parlamentoya Kurdistanê hatiye binpêkirin.
Her pênc partî daxwaz dikin ku di zûtirîn demê da leşkerên Tirk Başîkê û herêma Kurdistanê biterikînin.
Di daxuyaniyê da tê gotin:
"Niha beşek leşkerên Tirk sînor derbas kirine û di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi cih bûne. Hebûna van hêzan deryasayî ye. Binpêkirina biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Em daxwaz dikin ku ew hêzên Tirkiyê di zûtirîn demê de vegerin Tirkiyê.”
Bi dîtina min ev beyana 5 partiyên kurd beyaneke derengmayî ye, dibê ji destpêkê van partiyên kurd li dijî îşxala Tirkiyê ya Kurdistanê derketana, li hemberî hebûna leşkerên tirk heta nuha bêdeng nemana.
Lê bi derengî be jî beyaneke dîrokî û bi rûmet e, dibê meriv piştgiriyê bide vê daxwaza partiyên kurd û li dijî îşxala leşkerên tirk derkeve.
Ji bo mayina leşkerên tirk li Başîkê, li Kurdistana başûr tu bingehekî Tirkiyê yê bi heq û qanûnî tuneye.
Li Kurdistana başûr hebûna leşkerên tirk îllegal e û îşxal e.
Tirk eşkere dibêjin ji bo ku demografiya Îraqê û Mûsilê neguhere ew li wir in. Ev jî tê maneya ji bo ku Îraq perçe nebe û kurd serxwebûna xwe îlan nekin ew li Kurdistana başûr bi cî bûne.
Yanî hebûna leşkerên tirk li Îraqê û li Kurdistana başûr li dijî kurda ye, ji bo ku Tirkiye kanibe rê li ber serxwebûna kurdan bigre hêzên leşkerên xwe li Başîkê û li gelek derên din bi cî kirine.
Lê di vê beyanê da ya balkêş û ya meriv xemgîn dike tunebûna navê PDKêl ye, PDKê ev beyan îmze nekiriye.
Sebebê vê çi ye, ji bo çi PDK ne li dijî îşxala Tirkiyê ye, ji bo çi ew jî wek her pênc partiyên din naxwaze leşkerên tirk Kurdistanê terk bike meriv matmayî dihêle, pir ecêb û pir xerîb e.
Hêvî dikim ku PDK piştgiriyê nade îşxala Tirkiyê ya Kuristana başûr û di demeke kin da ewê sebebê vê şêla xwe ronî bike û wek partiyên din ew jî li dijî hebûna leşkerên tirk derkeve.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE