23 oktober 2016

Ji bo ku bêmejuyên wek we fêm bikin



Mêrik li salonê rojname dixwend. Xebereke li ser jin û mêran bala wî kişand. Xanima wî li mitbaxê şîv çê dikir. Ban xanimê kir, got:
- Hela zû were, bala xwe bidê rojnamê çi nivîsî ye?
Jinikê dest ji karê xwe berda û çû.
-Çi nivîsî ye?
- Dibêje jin rojê 14 hezar cumle û mêr jî 7 hezar cumle bi kar tînin. Tu dibînî ilim jî îspat kiriye jin çiqasî geveze ne.
Jinikê got:
-Rast e, ji bo ku bêmejuyên/bêaqilên wek we fêm bikin,
em her gotinê dubare dikin.

XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoğlu gotiye, ”ewê destûrê nedin PKK têkeve Kerkûkê.”
Ev îşareta tiliya Tirkiyê di êrîşa Kerkûkê da heye.
Li Sûriyê jî eynî hincet nîşan dan û dest bi îşxalê û êrîşên ser YPGê kirin.
PKK tunebe jî Tirkiye ewê qulpeke din bibîne. Ewê dîsa tirkmenan bike bahane. Yanî ji bo ku bela xwe ji kurdan veneke ewê tu carî dawiya baneyên tirkan neyê.
Çimkî Tirkiye dixwaze Kerkûk û Mûsil nekevin destê kurdan, kurd nebin xwedî dewlet.
2016-10-22

XXX
Alim û dîndarên îslamê yên ji her çar beşên Kurdistanê do li Diyarbekrê di kongreyekê civiyan.
Amadekarên kongreyê ji Rûdawê ra gotine ew dixwazin dîndarên kurd bi hev bidin nasîn û yekitiyekê çê bikin.
Yek ji xalên esasî yê kongrê, di dînê îslamê da mafê neteweya kurd e û êrîşên Daîşê ser kurda ye.
Civîna alim û dîndarên kurd di demeke wiha da gaveke pozîtîf e. Di van rojên giran da, li hemberî êrîşên Daîşê û Tirkiyê dibê ew jî dengê xwe bilind bikin û wezîfeya xwe ya netewî, dînî û exlaqî bînin cî.
Kongreya Yekitiya Alim û Medreseyan a li Bakur ewê du rojan bajo.
2016-10-22



XXX
Ya kurd ewê li her derê teslîmî tirkan bibin ya jî li her derê ewê zora wan bibin.
Tirk bêyî viya tu alternatîfeke din qebûl nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE