01 oktober 2016

Ji bo serxwebûnê dibê em li welatê xwe xurt bin, yekîtiya me hebe û serxwebûnê bixwazin

Ez îro çûm semînera  Profesorê swêdî yê huqûqa navntewî û mafê gelêrî Ove Bring.
Semîner li ser kurdan bû.
Kurd wek miletekî bêdewlet û bindest li gorî peyman û huqûqa navnetewî, li gorî peyman û destûra Neteweyên Yekbûyî xwedî kîjan mafan in û ji bo ku ji bindestê xelas bibin, ji bo ku li van dewletên Kurdistan îşxal kirine û zulmê li wan dikin, kanin çi bikin û li kîjan dezgeh û dadgehan li van dewletan gilî bikin?
Semînereke bi feyde û înformatîv bû. Camêr li ser paymanên navnetewî û medaeyên destûra Neteweyên Yekbûyî  yên ser mafên mirovan, jenosîdê û mafê îlankirina serxwebûnê gelek agahiyê hêja da.
Heger ez ji we ra naveroka gotinên wî kin bibêjim, bi kurtî got:
-Her tişt girêdayî hêzê ye. Ji bo ku meriv ji huqûq û peymanên navnetewî sûdê werbigire dibê meriv li welatê xwe xurt be, xwedî yekîtî be û doza mafê xwe bike.
Gava meriv li ser axa xwe ne xurt be, yekîtiya meriv tunebe û meriv serxwebûn û azadiya xwe nexwaze kes tiştekî nade meriv, ne Neteweyên Yekbûyî  û ne jî dezgeh û mahkimeyeke din.
Û viya jî em hemû zanin. Em hemû baş zanin heta em li welatê xwe xurt nebin û yekîtiya xwe çênekin, em nikanin tu tiştekî bi dest xin.
Meselanuha li Sûriyê û Îraqê kurd xwedî hêz in, xurt in lê yekîtiya wan tuneye. Heger yekîtiya xwe jî çêkin kanin serxwebûna xwe bixwazin, di saha navnetewî da daxwaza serxwebûnê dibe mafekî wan yê rewa.
Lê gava yekîtî tunebe û hinek serxwebûnê bixwazin û hinek jî nexwazin û hinek jî hevalên dijmin, weleh em nikanin tu xweliyê li serê xwe kin û tu huqûq jî alîkariya me nake.
Tiştê Profesor û huqûnas Ove Brîng îro ji me kurdan ra got ev bû:
-Li welatê xwe, li ser axa xwe xurt bin, yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe bixwazin. Wê demê dinyayê we bibîne û heq bide we….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE